Gel li gelek bajaran bertek nişanî esker û polîsên tecawizkar dan 2020-07-17 15:42:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Gel û rêxistinên civakî ji bo esker û polîsên ku li Şirnex û Êlihê  tacîz û tecawizî zarokan kirin şermezar bikin, li gelek bajaran bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman. Nûnerên rêxistinên civakî diyar kirin ku ev berhemê hişmendiya îqtîdarê ye.  Li gelek bajar û navendan piştî ku çawîşê pispor A.A. yê li 1'emîn Tugaya Komando ya Cendirmeyan peyvirdar e tacîzî zaroka 13 salî kir û li Navçeya Bişêriyê ya Êlihê jî Çawişê Pispor M.O. yê tacîzî zaroka 17 salî Î.P. kir û Î.P xwest întîhar bike bertek û nerazîbûn zêde bûn. Rêveberên HDP'ê li Mêrsîn, Hatay, Wan û Rihayê daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman.    Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, Rêxistina HDP'ê ya Îskenderûnê, Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê û rêwistina HDP'ê ya Rihayê daxuyanî dan û tacîz û tecawiza ku çawîşên pispor li dijî zarokan kiriye şermezar kirin.    Li Mêrsînê Hevseroka HDP'ê Gulbahar Şofer; Li navçeya Îskenderûn a Hatayê Rêvebera HDP'ê Feyruz Gor, Li Wanê li ser navê KESK'ê Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Wanê Funda Demîr; Li Rihayê jî Cîgira Hevserokên Giştî ya ESP'ê Bircan Taşkiran daxuyanîdan. Di çalakiyan de rêveberên HDP'ê, parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Rêveberan bertek nîşanî tacîz û tecawizê dan û tacîz û tecawiz şermezar kirin û xwestin berpirsiyar bên cezakirin."