Li Ebexê grûbek çekdar êrişî gundiyan kirin 2020-07-17 15:36:31   WAN- Li gundê Şêx Sicix ê girêdayî navçeya Ebexê grûbek bi cilên sivîl û çekdar ku xwe wek wezîfedarên dewletê dan nasîn gule li ciwanên ji sînor dihatin reşandin. Komê rê li welatiyan girt û gef li wan xwarin û di gulebaranê de hespek mir.    Li gundê Şêx Sicix ê girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê grûbek bi cilên sivîl û çekdar ku xwe wek wezîfedarên dewletê dane nasîn bi ser gund de girtine. Gund li nêzî sînorê Îranê ye. Van kesên bi cilên sivîl gule li komek welatiyên ji ser sînor dihatin gund reşand. Di gulebaranê de hespek tê kuştin û welatiyên ji gund bi zehmetî xwe rizgar dikin. Şêniyên gund xwestin mudaxileyî bûyerê bikin. Van kesên bi cilên sivîl û gundiyan li ser bûyerê gengeşe kirin.    KÊLIYA MUDAXILEYÊ    Ajansa me xwe gihand dîmenên kêliya bûyerê. Di dîmenan de tê dîtin ku kesek bi cilên sivîl ji maşîneyê peya dibe û gefan li welatiyên gund dixwe. Di dîmenan de gengeşeya navbera gundiyan û wan kesên çekdar û kêliya mudaxileyê tê dîtin.   NAS NAKIN    Şahidên bûyerê gotin ew wan kesên bi cilên sivîl û çekdar nas nakin û ew kes esker in, polîs in an jî komek din e ew nizanin. Şahidan diyar kirin ku ew vê zilmê qebûl nakin û heke sibê yek li wê herêmê were kuştin dê kî kesabê vê yekê bide. Şahidan got ew ê derbarê bûyerê de gilî bikin.