ÎHD 34 salî ye: Têkoşîna mafê mirovan wê bi wêrekî û hêvî bidome 2020-07-17 14:21:15 NAVENDA NÛÇEYAN – Endam û rêveberên ÎHD’ê bi minasebeta salvegera damezrandina ÎHD’ê li gelek navendan daxuyanî dan û 34 saliya komeleyê pîroz kirin. Di daxuyaniyan de hat gotin dê bi israr, enyad û hêvî têkoşîna mafê mirovan were domandin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo di her warî de parastina mafê mirovan di 17’ê Tîrmeha 1986’an de hat damezrandin. 34 sal in bênavber ÎHD di her warî de û di şertên dijwar de têkoşîna mafê mirovan birêve bir.    Bi wesîleya salvegera 34’emîn a damezrandina ÎHD’ê li gelek navendan endam û rêveberên komeleyê daxuyaniyên çapemeniyê dan û salvegerê pîroz kirin.    KESKÎN: WÊ ÎHD BÊDENG NEMÎNE    Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê li Meydana Sûltanahmedê daxuyanî da çapemeniyê û rêveberên ÎHD û HDP’ê û Dayikên Şemiyê beşdar bûn û pankart û dowîzên wek “Tecrît îşkence ye û dawî lê bînin” û “Tecrît dikuje û piştevanî dide jiyîn” hildan vekirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di daxuyaniya li Sûltanahmedê de axivî û diyar kir ku ew bi hêsanî nehetina van rojan û heta hatin van rojan gelek bedelên giran dan. Keskîn got wê ÎHD tu demê bêdeng nemîne û têkoşîna mafê mirovan birêve bibe.    Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî jî axivî û got armanca wan mezin ew e bi parastina mafê mirovan piştgiriyê bidin qanûna bingehîn û êdî mirov hew werin kuştin, îşkencekirin û zext û neheqî li wan were kirin. Yolerî da zanîn ku ji bilî çareseriyê dê tu hewldan nikaribin pirsgirêka kurd bi şeklê demokratîk çareser bikin. Yolerî got ew ê rê nedin binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û hem li derve û hem jî li zîndanan dê mafê welatiyan biparêz in. Yolerî destnîşan kir ku ew ê bi israr, wêrekî, hêvî û enyad têkoşîna xwe ya mafê mirovan birêve bibin.    OZTURK: WÊ TÊKOŞÎNA ME BI WÊREKÎ Û HÊVÎ BIDOME    Li ber Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê jî daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, parlamenterên HDP’ê û parêzvanên mafê mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Duh, îro û sibê bi berxwedan û hêvî ÎHD 34 salî ye” vekirin. Ozturk Turkdogan di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew sazûmankar û rêveberên ÎHD’ê yên di oxira parastina mafê mirovan de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û got: “Têkoşîna me ya mafê mirovan, demokrasiyê û aştiyê wê bi israr, enyad û hêvî berdewam bike.    Turkdogan anî ziman ku gelek navdar û kesayetên girîng di nava damezrandina ÎHD’ê de cih girtine û yek ji pirsgirêkên bingehîn a Tirkiyê pirsgirêka kurd e û hêj nehatiye çareserkirin û ji ber pirsgirêk nayê çareserkirin jî di warê mafê mirovan de gelek rûxandin pêk tên. Turkdogan destnîşan kir ku ÎHD her tim mafê aştiyê parastiye û dê vî mafê biparêz e û got: “Pêdiviya Tirkiyê bi pêvajoyek nû ya çareserî û aştiyê heye.”    Turkdogan di dewama axaftina xwe de pêşniyazên ÎHD’ê rêz kir.    Bi wesîleya salvegera 34’emîn a ÎHD’ê li Mêrsîn, Îzmîr, Hatay û Îskenderûnê daxuyanî hatin dayîn.