Eskeran şivanek binçav kir 2020-07-17 13:28:27   AMED - Eskeran Nûrî Gerş ê 18 salî ku li mezraya Panav a Licê şivantiyê dike, ji ber navê xwediyê zeviyê kenewîrê nizanibûye wî binçav kirin.    Eskeran di saetên serê sibê de li mezraya Panavê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê, Nûrî Gerş ê 18 salî ku li gund şivantiyê dike binçav kirin. Hat zanîn ku eskeran ji bo zeviyan kenewîrê kom bikin bi ser mezrayê de girtine. Nûrî Gerş ê ku nêzîkî zeviyên kenewîrê pezê xwe diçêrand eskeran ew desteser kiriye û pirsa “zeviyên kenewîrê yên kê ne?” jê kirine. Eskeran bi hêceta ku Gerş bersiva “nizanim” daye wan binçav kirine û birine Fermandariya Cendirmeyan a Licê.    Li ser vê yekê gundiyan bertek nîşanî eskeran da û gotin: "Nûrî şivan e, bêsûc e hûn çima binçav dikin?" Eskeran jî ji gundiyan re gotiye “em dizanin bêsûc e lê heta hûn navan nedin me, em wî bernadin.”