Bavê 22 sal in li kurê xwe digere: Peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyane 2020-07-17 09:22:20 STENBOL - Malbata Yalvaç, ev 22 salin li kurê xwe Nejat Yalvaç ê berê xwe da çiyê û bihîstin ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, digere. Bavê Nejat Yalvaç, Yûsûf Yalvaç, diyar kir ku ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin serlêdan kirin, lê heya niha tu bersiv ji bo wan nehatiye dayîn. Yûsûf Yalvaç, da zanîn ku peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyên li dijî kurdan hatine kirin nîşan dide.  Gorîstana Xerzanê ya li Oleka Jor a girêdayî navenda Bedlîsê, di 19’ê Kanûna 2017’an de hat hilweşandin û 282 cenazeyên di goristanê de, ji gorên wan hatin derxistin û şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Dûre cenazeyên biribûn ATK’ê kirin qutiyên plastîk û di peyarên Goristina Kîlyosê de hatin definkirin.    Ji cenazeyên di peyarên goristanê de hatin definkirin, tenê 21 jê teslîmî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên din hîna jî, di bin peyarê de veşartine. Gelek malbatan ji bo ku hestiyên zarokan xwe bigirin di demên cuda de serlêdan kirin.    Yek ji malbatên serlêdan kirin, malbata Nejat Yalvaç (Maslûm Ciwan) ê di sala 1998’an de tevlî refên PKK’ê bû ye. Dayik û bavê Nejat Arîfe û Yûsûf Yalvaç, ev 22 salin li hestiyên zarokê xwe digerin.    Malbata Yalvaç, ji ber polîtîkayên zilmê yên di salên 90’î de, di sala 1994’an de ji navçeya Seray a Wanê neçar dimîne ku koçî Stenbolê bike. Kurê wan Nejat Yalvaç, ji ber jiyana sîrgûnê ya ferzî wan hat kirin, zilam li dijî gelê kurd û komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Mijdara 1998’an de berê xwe dide çiyê.    Li gorî agahiyên ne zelal, piştî Ocalan tînin Îmraliyê, Yalvaç di pêvajoya paşve kişandinê de, li herêma Ava Berxan a Girêdayî Xîzana Bedlîsê, di şer de bi du hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dide.    Malbata ku bi salan li cenazeyê kurê xwe digere, di sala 2003’an de dibihîse ku kurê wan (Mazlûm Ciwan” jiyana xwe ji dest daye.   DERBARÊ AQÛBETA WÎ DE AGAHIYEK ZELAL TUNEYE   Bav Yûsûf Yalvaç, diyar kir ku 22 salin derbarê aqûbeta kurê xwe de tu agahiyek zelal bi dest ne xistiye û wiha axivî: “Ev 22 salin li kurê xwe diğerim. Lê heya niha min tu agahî jê negirtin. Tenê min di sala 2003’yan de bihîst ku di sala 1999’an de li herêma Ava Berxan jiyana xwe ji dest daye. Kesên li wê herêmê jiyana xwe ji dest dan, li Goristina Xerzan hatine definkirin. Dema ku di sala 2009’an de goristanên bêkesan hatin vekirin, em jî çûn Bedlîsê. Me serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da. Dûre vekirina gorên bêkesan hat rawestandin û me jî tu agahî negirt.”   Yalvaç, da zanîn ku wan ji bo cenazeyên Goristana Xerzanê yên birin ATK’a Stenbolê serlêdan kirin, lê heya niha tu bersiv ji wan nehatiye dayîn.    ÇEWHERA KOMKUJIYÊN KURDANE    Yalvaç, ji bo cenazeyên dibin peyaran de hatine veşartin got ev “hovîtiye” û wiha hirsa xwe anî ziman: “Dema ku li cenazeyên dibin peyaran de hatine definkirin mêze dikim, komkujiyên ji dema Alîşer bigirin heya Zarîfeyan, ji Seyît Riza bigirin heya Şêx Saîdan û hemû komkujiyên li ser gelê kurd tên bîra min. Peyarên Kîlyosê çewhera komkujiyane li dijî kurdane. Ne pêkane ku em vê hovîtiyê qebûl bikin.”   23 SALIN DIGERIM   Dayik Arîfe Yalvaç jî, ya ku bi kelegerî qala lêgerîna kurê xwe kir, wiha got: “23 salin ez li Nejatê xwe diğerim. Bi şev û roj ji aqlê min dernakeve. Hemû serlêdanên me bêencam man. Ez ne tenê êşa kurê, di heman demê êşa hemû zarokên jiyana xwe ji dest dane dikêşim. Bi cenazeyên li Goristina Kîlyosê defin kirin, dixwazin gelê kurd bitirsînin. Lê em natirsin. Heya ku em hebin, emê têkoşîna xwe ya maf a li dijî bêmafiyê dewam bikin û emê tu carî dest jê bernedin. Cenazeyên me dixin qutiyên plastîk. Ev zilme. Nabe ku bê qebûlkirin. Tu tehemula dewletê li hemberî me nemaye. Ji bo hestiyan jî tu rêzdariyek wan tuneye. Tenê hestiyê wan jî mabin, em dixwazin bigihên wan hestiyên zarokên xwe.”    BANG LI DAYÎKAN KIR    Yalvaç, diyar kir ku ew dixwaze cenazeyê kurê xwe bibin û bi layîqî defin bike û wiha bang li dayîn kir: “Ez naxwazim kurê xwe bi bêdengî defin bikim. Ger ez wisan bikim, ezê keda wî vale derbixim. Bi salan têkoşiya û ev keda wan ne valeye. Ger ez wî bi layîqî defin bikim, wê demê ezê xwedî li têkoşîna wî derkevim. Zilma li cenazeyan tê kirin nayê qebûl kirin. Divê hemû dayîk li dijî vê bêmafiyê rabin ser piyan. Bila hemû dayik dest bidin hev da ku ev zilm êdî neyê kirin. Ez bang li hemû kesan dikim ku dengê xwe derbixin û li hemberî van kiyarên li dijî cenazeyan bêdeng nemînin.”    MA / Nacî Kaya