Piştî 10 salan beraet kir 2020-07-17 09:20:27 MÊRDÎN - Girtiyê nexweş Hasan Aşa, yê di sala 2010’an de, di çalakiyeke şermezarkirina operasyonên KCK’ê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kiribû û doz lê hatibû vekirin, piştî 10 salan beraet kir.  Girtiyê nexweş Hasan Aşa (55), yê di 2’yê Mijdara 2010’an de, li navçeya Qoser a Mêrdînê di çalakiya şermezarkirina operasyonên KCK’ê yên li dijî siyasetmedarên kurde dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirbû û bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” doz lê hatibû vekirin, piştî 10 salan beraet kir.    Doza derbarê Aşa de hat vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin û bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birin. Parêzerê Aşa, cezayê ji bo wî hat dayîn îtîraz kir. Dadgeha Îstînafê cezayê ji bo Aşa hatibû dayîn erêkê kir. Parêzerê Aşa vê carê li Dadgeha Bilind îtîraz kir.   Dadgeha bilind cezayê li Aşa hatibû birîn betal kir û dûre doz ji nû de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Dadgehê, diyar kir ku îdîayên darbarê Aşa de, ne hêmanên sûcin û derbarê wî de biryara beraetê da.    DI LÎSTEYA GIRTIYÊN NEXWEŞ DEYE    Hasan Aşa yê 55 salî, ji ber faliyetên xwe yên siyasî yên di sala 2014’an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Aşa, niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Amedê tê girtin û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire. Aşa hetiyê 3 rojan dikeve diyalîzê û rewşa tenduristiya wî nebaşe.    MA / Ahmet Kanbal