Ji bo darazê bang kir: Em nûnerên hêviyê biparêzin 2020-07-17 09:19:43 ENQERE - Parêzera HHB’ê Ayşegul Çagatay, diyar kir ku dosyayên Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê dene, li dadgeha bilind û got: “Ji betlaneya edlî re 4 roj man. Em nûnerên hêviyê biparêzin. Berî betlaneya edlî divê daxwazên wan bên qebûlkirin û tavilê bên berdan.” Endamên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Ûnsal ên bi daxwaza “Darizandinek adilane” li girtîgehê dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin, çalakiya xwe dewam dikin. Çalakiya Tîmtîk ket roja 197’an û ya Aytaç Unsal jî ket roja 166’an. Dosyeyên her du parêzeran jî li dadgeha bilinde û malbatên wan li benda biryarê ne. Dadgeha bilind ku ji dest pê ka meha Hezîranê ve dest bi lêkolîna dosyeyan kiriye, heya niha tu biryar ne da.     Ji parêzerên HHB’ê Ayşegul Çapatay, têkildarî rewşa Tîmtîk û Umsal axivî û wiha got: “Her deqeya ku derbas dibe, ji bo Tîmtîk û Unsal rewş girantir dibe. Unsal bûye 60 kîlî û Tîmtik jî ketiye bin 40 kîloyî. Çareserkirina vê pirsgirêkê ne tibbiye, qebûlkirina daxwazên wane.”    KOÇAK, BOLEK, GOKÇEK…   Parêzer Çagatay,  diyar kir ku êdî Tîmtîk nikare avê, şekir û xwê bixwe û wiha bilêv kir: “Di şertên girtîgehê de rîska ku bi enfeksiyonê bikevin heye. 2 parêzer ji bo darizandina adîlane di rojiya mirinê de ne, lê dadgeha bilind xwe amede dike ku bikeve betlaneyê. Tîmtîk û Unsal, mîna Mûstafa Koçak, Helîn Bolek û Îbrahîm Gokçek dixwazin bi awayekê adilane bên darizandin. Lê daxwazên wan nehatin qebûl kirin û bi daxwaza edaletê jiyana xwe ji dest dan. Di pergala hiqûqa îroyîn de, îftirakarî û şahidên nepen dibe sedema temên mirovan. Mirov bi dosyeyên virt û vale tên darizandin, cezakirin û mehkûmkirin.”   ‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ BÊ AVAKIRIN’   Çagatay, bal kişand ser betlaneya edlî û wiha bang li dadgeha bilind kir: “Ji betlaneya edlîre 4 roj man. Divê raya giştî hîn zêdetir dengê xwe bilind bike. Di her şert û mercê de, parêzer xwedî wê erkene ku li dijî bêedaletiyê derkevin. Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de rayeke giştî hatiye avakirin. Lê li hemberî em bêdengiyek heye. Divê em vê bêdengiyê parçe bikin. Ew li ser navê me hemûyan nûnerê hêviyê ne. Divê em vê hêviyê biparêzin. Me 3 muwekîlên xwe qinda kirin. Mirov ji bo vê pir êşiyan. Em deyndarê Helîn, Mûstafa û Îbrahîm. Ji bo ku em vê deynê xwe bidin divê em nehêlin ku du hevalên me jiyana xwe ji dest bidin.”   AKMAK Û KARAKAY JÎ DI ROJIYA MIRINÊ DENE    Çagatay , dest nîşan kir ku herî dawî muwekîlên wan Dîdem Akman û Ozgur  Karakaya jî bi heman daxwazan di 19’ê Sibatê de dest bi rojiya mirinê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mixabin, di civakê de dengê parêzeran pir kêm tê bihîstin. Ev jî, dilê me û hevalên me yên di berxwedanê di şewitîne. Her ku diçe rewşa hevalên me xirabtir dibe. Berî betlaneya edlî dest pê bike, divê daxwazên wan bên qebûlkirin û tavilê bên berdan. Da ku rewşek neyînî dernekeve holê.”