Polisan dayika 70 salî Hayriye Demîr binçav kir 2020-07-14 12:07:22 AMED - Li gundê Fîsê yê navçeya Licê, polîsan bi ser mala dayika 70 salî Hayriye Demîr de girtin û binçav kirin.    Polîs û leşkeran di çarçoveya operasyona li dijî jinan a Amedê de, li Gundê Fîsê yê navçeya Lîcê bi ser du malan de girtin. Gelek leşkeran bi maşiyên xwe yên zirxî gund dorpêç kirin û li 2 malên bi serde girtin, lêgerîn kirin. Leşkeran di dema lêgerînê de hemû alavên malan belav klirin û dayika 70 salî Hayriye Demîr binçav kirin.   Hat diyar kirin ku di heman demê de, leşkeran dest danîne ser wêneyê zarokê Demîr ê PKK’yî.  Leşkeran Demîr ji gundê Fîsê birin navenda navçeya Lîcê û li bendêye ji wir jî bînin Midûriyeta Polîsan a Amedê.   2 ZAROKAN XWE WINDA KIR, YEK JÎ GIRTIYE   Kurê Hayriye Demîr Cengîz Demîr di sala 1999’an de beşdarî PKK’ê dibe û di sala 1999’an de, di dema paşve kişandinê de, di şerekê de jiyana xwe ji dest didin. Cenazeyê kurê Demîr ê li Goristina Xerzanê tê definkirin, di 19’ê Kanûna 2017’an de bi 267 cenazeyan re ji gorên wan tên derxistin û bi îdîaya testa DNA’yê dişînin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Dûre cenazeyê kurê Demîr dibin peyarên Goristana Bêkesan a Kîlyosê ya Sariyerê tê definkirin. Malbat pişt re cenazeyê kurê xwe diger û li Gundê Fîsê defin dike.    Kurê Hayriye Demîr Tekîn Demîr jî, di sala 1992’yan de beşdarî PKK’ê dibe û di sala 1993’yan de di şerekê de jiyana xwe ji dest dide. Hîna jî nayê zanîn cenazeyê kurê Demîr Tekîn Demîr li ku derê ye.    Kurê Demîr Abdullah Demîr jî, bi hincetên siyasî cezayê muebetê lê hat birîn û ev 25 salin girtiye.