3 girtiyên li Girtîgeha Tipa D a Amedê dimînin bi vîrûsê ketin 2020-07-13 15:49:22 AMED - 3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê de dimînin, testa wan a vîrûsa koronayê pozîfîtîf derketin.   Hin girtiyên li beşa F-6 a Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimînin, ji ber ku nexweş ketin serî li îdareya girtîgehê dan û xwestin testa wan a vîrûsa korona (Kovîd-19) bê kirin. Li gorî agahiyên ji malbatên girtiyan hatin bi dest xistin, 3 girtiyên nexweş ketin, testa wan a vîrûsa koronayê pozîtîf derketiye. Rêveberiya girtîgehê jî, li ser vê yekê beşa 23 girtî lê dimînin, kiriye karantînayê. 3 girtiyên tespa wan pozîtîf derketine jî li girtîgehê tên rawestandin. Di heman demê de, li benda encama testa 23 girtiyan e.       Alaattîn Semîr Zûgûrlî, yê di beşa H.7 a girtîgehê de dimîne, îro li malbata xwe geriya û bal kişand ser talokeya vîrûsa  koronayê. Zûgûrlî, diyar kir ku divê bi lezgînî ji bo girtiyan gav bên avêtin û banga hestiyarê kir.