Zarokek li Agiriyê bi lehiyê re çu û winda bû 2020-07-13 07:30:50 AGIRÎ - Li Gundê Dûmanli yê Agiriyê ji ber barana zêde lehî rabû. Piştî lehî rabû zarokê 12 salî Alî Osman Eytemiş bi lehiyê re çû û winda bû.  Li Gundê Dumanli yê Agiriyê ji ber barana zêde lehi rabû. Di lehiyê dema Alî Osman Eytemîş ê 12 salî li gel birayê xwe Murat Eytemîş ê 10 salî pez diçêrand ber avê çû û winda bû. Piştî welatiyan rayedarên AFAD û cendirme agahdar kirin, Yekineyên îtfaiyê çûn cihê bûyerê. Yekineyên îtfaiyê li der û dora çem ku lehî rabû dest bi lêgerînê kirin.