Serokê Baroya Îzmîrê Yucel: Bi vê guhertinê civakê çavtirsandî dikin 2020-07-10 12:31:20   ÎZMÎR - Serokê Baroya Îzmirê Ozkan Yucel, anî ziman ku ew li dijî proje û polîtîkayên îqtîdarê yên ku dixwazin baroyan siyasal bikin, serî natewînin û wiha got: ""Dixwazin bi destê darazê civakê bêdeng bikin. Em cubbeyên xwe li ber kesî bişkovk nakin."    AKP û MHP armanc dike ku bingeha baroyan biguherîne û 12 xalên guhertina qanûna der barê parêzeran de li Meclîsê erê kirin. Li ser vê guhertinê Serokê Baroya Îzmirê Ozkan Yucel, diyar kir ku îqtîdar bi vê guhertinê armanc dike ku baroyan bi xwe ve girê bide û li gorî xwe bi teşe bike û wiha got: "Îqtîdar dixwaze baroyên baroyên hevkarên xwe ku bibe dengê wan ava bike. Em zagona li dijî ruh û dîroka parêzeriyê qebûl nakin. Mussolonî digot 'Eger ku parêzer tune bûya min dê welat bi hêsanî li gorî xwe bi rêve bibiraya. Hemû rejîmên totaliter û zordar dixwazin her kes serî li ber wan bitewîne û di fermana wan de bin.    ‘ARMANC BAROYAN BI XWE VE GIRÊ BIDE'    Yucel, da zanîn ku guhertina zagonan li gorî pêdiviyan tên kirin û wiha lê zêde kir: "Lê tu pêdivî bi guhertina vê zagonê tune bû. Bi vê yekê dixwaze zarokê bi terbiye û bêdeng mezin bike. Dixwaze Yekîtiya Baroyan biguherîne.  Bi vê guhertinê Baroya ku 30 delegeyên wan hene û 5 hezar endamên wan heye dê mîna hev bin. Bi vê yekê li baroyek delegeyek dê karibe 6 kesan temsîl bike, li baroyek din delegeyek dê hezar û 250 kesan temsîl bike. Dixwaze di hilbijartina baroyan de li gorî xwe baroyan bi rêxistin bike."    Yucel, herî dawî xwest îqtîdara siyasî bi her awayî têkiliya xwe û darazê ji hev qut bike û wiha bi dawî kir: "Yên vî pîşeyî dikin, her kes dizane ku bişkovk bi cubbeyan ve tune ye. Me ji menzûbê îqtîdarê û parlamenteran re cubbe, bişkovk, ta û dezî şand. Me peyam da ku em ê bi cubbeyên bê bişkovk meşa xwe û têkoşîna xwe berdewam bikin."