Ji bo kesên hatin binçavkirina hevdîtina parêzeran qedexe kirin 2020-07-10 12:26:51 EDENE - Li Edenê û Mêrsînê, ji bo kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, heya 24 saetan hevdîtina parêzeran qedexe kirin. Serdozgeriya Komarê ya Edenê, di çarçoveya lêpirsîna da dest pê kirin de, derbarê 17 kesan de biryara binçavkirinê da bû. Polîsan di vê çarçoveyê de, li Edene û Mêrsînê bi ser gelek malan de girtin û 14 kes binçavkirin. Kesên bi îdîayên "Endamtiya rêxistinê" û "Cih di nava civata PKK/KCK'ê de girtin" hatin binçavkirin, birin Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Edenê.   Di çarçoveya lêpirsîna dozger de, heya 24 saetan hevdîtina parêzeran hat qedexekirin. Hat destnîşan kirin ku dibe ku hejmara kesên bên binçavkirin zêdetir bibe.