Tecrîdkirina Ocalan bir rojeva Meclîsê 2020-07-10 10:49:40 ENQERE – Parlamentera HDP’ê Fatma Kûrtûlan tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bir rojeva Meclîsê û vê pirsê kir: “Hêceta sepana tecrîta li Girtîgeha Îmraliyê çi ye?”    Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bir rojeva Meclîsê. Kûrtûlan derbarê tecrîdkirina Ocalan de pêşniyazname pêşkêşî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir û xwest bersiva pêşniyaznameyê bide. Kûrtûlan di pêşniyaznameyê de bi bîr xist ku her dawî di 3’yê adarê de hevdîtina rûbirû û di 27’ê Nîsanê de jî hevdîtina bi telefonê li gel Ocalan pêk hatiye.    Kûrtûlan anî ziman ku dozgeriya Bûrsayê bersiv nade serlêdanên malbat û parêzeran û malbata Ocalan û parêzerên wî di derbarê tenduristî û ewlehiya wî de nexwedî tu agahiyê ne.    Kûrtûlan da zanîn ku hevdîtinên ragihandinê, agahiyên tenduristî û ewlehiya Ocalan nadin malbatê û parêzeran û vê pirsê ji wezîr Gul kir: “Hêceta sepana tecrîta li Girtîgeha Îmraliyê çi ye?”