Parlamenterên HDP’ê: Di doza malbata Şenyaşar de kî çi vedişêre? 2020-07-10 10:37:07 RIHA – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û Ayşe Surucu derbarê doza malbata Şenyaşar de gotin: “Kî çi vedişêrê? Naxwazin rastî derkevin holê. Loma jî me bernedan em danişînê bişopînin.”    Danişîna duyem a doza ferdên malbata Şenyaşar, Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsa Rihayê ji aliyê AKP’iyan ve hatin kuştin duh li Dadgeha Meletiyê hat lidarxistin û hatibû taloqkirin.    Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû xwestin danişînê li eywanê bişopînin. Lê li ser xwesteka dadger destûr parlamenteran nehat dayîn danişînê li hundir bişopînin.    Gergerlîoglû li ser vê yekê giliyê serokê dadgehê ji Komîsyona Edaletê ya Meclîsê kir.    Gergerlîoglû diyar kir ku tişta li dijî malbata Şenyaşar pêk hatiye her kes dizane û tevî 2 sal bi ser komkujiyê re derbas bûye jî edalet pêk nehatiye.    ‘DIXWAZIN TIŞTEKÎ VEŞÊRIN’    Gergerlîoglû anî ziman ku ew ji Enqereyê hatine Meletiyê bo beşdarî danişînê bibin lê polîsan wan li ser daxwaza dadger asteng kirine û wan li ser navê xelkê xwestiye beşdarî danişînê bibin. Gergerlîoglû got ew neketine eywana danişînê û ev astengî û helwest jî baweriya malbata Şenyaşar a li hember edaletê kêm dike û gumanên wan zêde dike. Gergerlîoglû got partiya wan ew ji bo piştevaniya edaletê wezîfedar kiriye lê ew bi helwesta dadger re rûbirû mane. Gergerlîoglû van pirsan ji darazê kir: “Kî çi vedişêre? Ez dipirsim çima me bernedan hundir? Diyar e ku tiştek ji raya giştî tê veşartin.”   SURUC: SER RASTIYÊ VEDIŞÊRIN    Parlamenter Ayşe Surucu jî got ew di serî de neqilkirina dozê ya ji Rihayê bo Meletiyê rexne dikin û divê divê doz li Rihayê bihata dîtin. Surucu da zanîn ku nehiştine ew û çapemenî bikeve hundir û got: “Naxwazin ku rastî derkevin holê. Naxwazin ku raya giştî derbarê bûyerê de agahdar bibe. Em bi saetan li ber deriyê dadgehê sekinînin. Lê me bernedan hundir. Bêguman armanca wan sereke ew e ku ser rastiyê binixûmînin. Ev nêzîkatî dike ku malbata Şenyaşar bi tenê were hiştin. Li Tirkiyê darazek serbixwe nîne. Her çiqas me bernedabin hundir jî lê em ê heta dawiyê dozê bişopînin. Çimkî dozek mirovî ye. Em dibînin ku doz di bin bandora AKP’yan de tê birêvebirin.”