Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî: Me çinareke sedsalî winda kir 2020-07-10 09:04:11 AMED - Hevalên Seyîdxanê Boyaxcî yên dengbêj ku li Amedê dimînin qala Boyaxcî kirin û gotin: “Seyîtxan, dengbêj û dîrok bû. Me çinareke sed salî winda kir.” Dengbêj Seydo Şîmşek ku wekî “Seyîdxanê Boyaxçî” û “Bilbilê Amedê" dihat naskirin di sala 1923’an de li gundê Lêxerî yê girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê tê dinê. Boyaxçî ku gava 2 salî bûye dayika xwe û gava 4 salî bûye jî bavê xwe winda dike, ji aliyê apê xwe ve tê mezinkirin û zarokatiya wî bi şivaniyê derbas dibe. Boyaxçî, di 15 saliya xwe de li navenda Amedê bi cih dibe û li navçeya Sûrê dest bi boyaxkirina pêlavan dike û tam 25 salan vî karî dike. Piştî ku kar û barê, şer tû mercên zor zehmet êdî êdî tenê dengbêjiyê dike. Boyaxçî, li Mala Dengbêjan a li Sûr a Amedê her roj distrê, lê belê piştî salên dûr û dirêj dengbêjiyê, rewşa tenduristiya wî nebaş dibe. Piştî tedawiyek giran, rewşa wî girantir dibe û felcî dibe û di demên xwe yê dawî de di nav ciya de dimîne. Boyaxçî, bi qasî salekê di nav ciyan de dimîne û di 5’ê Tîrmeh a 2020'an de jiyana xwe ji dest dide.    Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî yên dengbêj ku li Amedê dimînin der barê jiyana wî de axivîn. Hevalên wî diyar kirin ku çinareke sedsalî û dîrokek winda kirin.    DÎROKEK WINDA KIRIN   Dengbêj Emerê Entaxî, anî ziman ku Seyîdxanê Boyaxçî di sala 1999’an de naskiriye û got: “Ez di sala 1999’an de li Deriyê Çiyê bûm, biraziyekî min hat got ‘apo îşev bernameyeke dengbêjan li Deriyê Çiyê heye tu nayê em herin wê derê.’ Min jî hez dikir ku herim û em çûn. Min kasetên Seyîdxan guhdar kiribûn lê min ew rû bi rû nas nedikir. Em çûn wir, biraziyê min got ‘Seyîdxan ev e.’ Seyîdxan weke ku em hev nas dikin gazî min kir got ‘lawikê licêyî ka were.’ Ez çûm me bi destê hev girt. Got ‘tu ji kû yî? Min bihîst ku tu dengbêjiyê dikî. Dê bikarî em bi hev re kilamekê bêjin.’ Piştî ku min pirsên wî bersivandin, di wê bernameyê de me bi hev re kilama 'Îbo Begê Parsînî' got. Wê şevê me hev nas kir. Dû re em bi hev re li Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê bûn, pişt re di sala 2007'an de Mala Dengbêjan vebû, me li wir dewam kir. Demekî nêzîk em 40 dengbêj gihiştin hev û rojê 3-4 dengbêjan kilam digot.”   ‘ÇIQAS QALA XEBATA BIKIN HINDIK E’   Entaxî, anî ziman ku hezkiriyên Seyîdxan Boyaxçî zêde bûn û got: “Xwestokên wî pir bûn. Mirovekî mutewazî bû. Nefsa wî tunebû. Xwe biçûk didît. Ji ber wê her kesî jê hez dikir. Kes nikare bêje Seyîdxan dengbêjekî nîvçe bû. Dareke çinarê ya sedsalî me winda kir.” Entaxî, bilêv kir ku bi mehan jî qala xebatên Seyîdxan Boyaxçî bikin hindike û ev tişt lê zêde kirin: “Seyîdxan bi sêwîtiya xwe hatiye Amedê. Ne ziman, ne çand û ne jî dengbêjiya xwe ji bîr nekir.” Entaxî, bibîr xist ku roja Boyaxçî jiyana xwe ji dest dayî malbata wî ew agahdarkirine û got: “Roja ku Seyîdxan jiyana xwe ji dest dayî, lawê wî li min geriya, xemgîn bû. Min zanî ku tiştek heye. Got Apê Hecî bavê min wefat kiriye. Em çûn ser goristanê me defin kir. Me dîrokek û dengbêjek winda kir. Xwedê wî efû bike.” Entaxî, axaftina xwe bi kilama 'Îbo Begê Parsînî' bi dawî kir.   ‘EW WERE KES JI ME NIKARE BISTRÊ'    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî (Ali Acun) yê 57 salî ku di 14 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kirî ye jî diyar kir ku Seyîdxanê Boyaxçî bi kilama “Hiso û Nazê” nas kiriye û got: “Wexta di sala 2003’an de Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê vebû, em li wir rûniştin û qala dengêjan hat kirin. Min jî ji hevalan re got dengbêjekî pir xweş heye. Navê wî Seyîdxanê Boyaxçî ye. Ew dengbêj were kes ji me nikare kilaman bibêje.” Qerejdaxî, anî ziman ku wexta li Mala Dengbêja ew û Seyîdxan Boyaxçî tim bi hev re bûn û axaftina xwe bi kilama “Hiso û Nazê” bi dawî kir.   ‘ME GELEK TIŞT JI BOYAXÇÎ GIRT’   Yûsûfê Gocxarî (Yusuf Mizrak) yê 62 salî ku di 12 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye jî qala serpêhatiyên xwe û Seyîdxanê Boyaxçî kir û got: “Ez di zaroktiya xwe de Xalê Seyîdxan nas dikim. Wexta hêj televîzyon tune dihat li Parka Koşûyolûyê ji me re kilam digot. Mamosteyekî mezin bû. Bi mezinan re mezin bi biçûkan re biçûk bû. Me gelek tişt ji wî girt. Dengbêjekî kevin bû. Weke rêberekî bû. Mirov jê aciz nedibûn. Kesên ku navê wî bihistî dihatin pê re wêne digirtin. Wî jî ji wan re kilam digot.”    Gocxarî, anî ziman ku piştî di sala 2007’an de Mala Dengbêjan vebûye Seyîdxanê Boyaxçî êdî li wir kilam gotine û got: “Di dema Mala Dengbêjan de em bi hev re bûn. Ji min re digo ‘Sedîqê Dudeng lingê xwe rakiriye te daniya şûna wî.’ Rehma Xwedê lê be mirovekî baş bû. Dikaribû her kilamê bibêje.” Gocxarî, Seyîtxanê Boyaxçî ji bo neyê ji bîr kirin di bernameyên dengbêjiyê de were bibîranîn û axaftina xwe bi gotina kilameke ku bi Seyîdxanê Boyaxçî re digot bi dawî kir.   MA / Fahrettîn Kiliç - Engîn Çaglar