'Şaredarî pirsgirêka ava taxan çareser nake' 2020-07-10 09:04:03 ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê nêzî mehekêye ava taxên Cudî û Nurê hatine birîn. Şêniyên taxan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Şaredarî pirsgirêka avê çareser nake. Kes me muxatab nagire. Tê gotin ku li Cizîrê vîrûs belav bûye. Gelo wê çawan belav nebe?"  Li Taxên Cûdî û Nûrê yên navçeya Cizîr a Şirnexê  ev nêzî 20 rojane ava welatiyan hatiye birîn. Ji ber  pirsgirika avê welatî bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne. Şêniyên taxan  ji  bo ku pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin, bi zehmetiyên mezin û derfetên xwe  avê peyda dikin. Gelek ji van bi  ava bîran pêdiviyên xwe pêk tînin û gelek ji van jî,  avê dikirin. Şêniyên taxan bertek nîşanî birîna avê dan û diyar kirin ku ger av nebe, ew ê çawa xwe ji nexweşiyê biparêzin.    ‘EM Ê XWE ÇAWA BIPARÊZİN?’    Jina bi navê Hatîce Dûrmûs a li taxa Nûrê dijî, anî ziman ku ji bo ku ava wan qut bûye ew nikarin xwe ji şewba vîrûsê jî biparêzin û wiha axivî: "Ev qasî 10-15 rojin ava me qut bûye. Dibêjin boriyên avê xerabûne. Ava bîran nayê vexwarin. Pêşiya nexweşiyan vedike. Gelo ger ku av nebe, em ê çawa xwe biparêzin? Bi avê mirov paqijiyê dike. Her roj divê em kincên xwe bişon. Lê ger ku av nebe, em ne dikarin xwe biparêzin û ne jî dikarin paqijiyê bikin."    ‘EM AVÊ DIKIRIN’   Ji şeniyên taxa Cudî Ayşe Çagli jî, bal kişand ser tunebûna avê û wiha qazincên xwe anî ziman: "Ev 3 mehin ava me bi rêk û pêk nayê. Em avê dikirin. Beyî avê jî mirov nikare paqijiyê bike. Ji ber vê şewbê em nikarin derbikevin. Di nav van şert û mercan de em ê çawa bijîn? Di vê meha havînê de ava me qut kirine. Ma ev wijdane. Di demên berê de jî, 2 roj av nebihata, lê roja 3’yan dihat. Bi salane ev pirsgirêka me ya avê dewam dike. Lê ev mehek ava me birîne. Ma emê heta kengî avê bikirin?  Em dixwazin êdî ev pirsgirêk çareser bibe.”   ‘LI CIZÎRÊ TU XEBATA ŞAREDARIYÊ TUNE YE’   Raziye Soguk jî, dest  nîşan kir ku şaredarî tu pirsgirêkên wan çareser nake û wiha got: “Ev demeke dirêje em zehmetiyên mezin dikêşin. Ava me nayê û çopên taxê nayin komkirin. Tax nayê dermankirin. Şêniyên taxê terikî qedera wê hatine kirin. Li Cizîrê şaredarî tu xebatan nake. Kesê ku me muxatab bigire nîne. Dibêjin li Cizîrê şewba vîrûsê belav bûye. Gelo dibin van şertan, çima belav nebe? Şaredarî ne paqijiyê dike û ne jî avê dide. Divê bi lêz ji vê pirsgirêka heyî re çareseriyekî bibînin.”    MA  /  Zeynep Dûrgût