Parêzerê Şenyaşaran: Îdianame ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin 2020-07-09 21:39:21   MELETÎ  - Parêzer Bulent Tûran ku di doza Şenyaşaran de parêzî kir got: "Îdianameya hatiye amadekirin û dîmenên hatine lêkolînkirin ji bo parastina malbata Yildiz hatine amadekirin û lêkolînkirin." Danişîn taloqî 2'yê Cotmeha 2020'an hat kirin.    Di 14'ê Hezîrana 2018'an de parêzkarên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî li Pirsûs a Rihayê li kargeha mala Şenyaşaran û li nexweşxaneyê êrîş biribûn ser mala Şenyaşaran û di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar, kurên wî Celal û Adil û ji mala Yildizan jî Mehmet Şah Yildiz jiyana xwe ji dest dabûn. Danişîan dudoyan a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê hat lidarxistin.    Di danişînê de parêerê mala Şenyaşaran Parêzer Bulent Tûran, destnîşan kir ku îdianameya hatiye amadekirin dijî hiqûqê ye û ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin. Tûran, bilêv kir ku dîmen û delîl hemû di leha malbata Yildiz de hatine berhevkirin û got: "Ser cinayeta hatiye kirin tê girtin. Dîmenên hatine berhevkirin yekalî ne, ji bo parastina malbata Yildiz in."    Her wiha Tûran diyar kir ku li cihê bûyerê gelek şahid hebûne û xwest bên guhdarkirin. Tûran di berdewamiya parêziyê de bilêv kir ku êrîşa li kargehê li nexweşxaneyê dewam kiriye, loma êrîşa li kargehê û ya li nexweşxaneyê ne du êrîşên cuda ne, berdewam hev in.    Dadgehê biryara berdewamiya girtina Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz da û dnaişîan din taloqî 2'yê Cotmeha 2020'an kir.