‘Gavên tên avêtin hemû divê ji bo yekîtiyê bin' 2020-07-09 09:20:11 AMED - Hevserokên HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, diyar kirin ku piştî hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî êrîşên li ser kurdan zêde bûne û gotin: "Ji niha û pê ve divê gavên kurdan hemû ji bo yekîtiya neteweyî bin."    Hevserokên HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, êrîşên li ser kurdan ên piştî hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî rû dan nirxandin.    Ceylan, anî ziman ku piştî hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî êrîşên li ser kurdan zêdetir bûne û got, ên êrîşê dibin ser gelê kurd hêzên dagirker in ku bi salan e dixwazin kurdan têxin bin kontrola xwe. Ceylan, destnîşan kir ku ên ji ber yekîtiya netweyî ji kurdan aciz dibin, bi êrîşan bersiv dane hewldanên gelê kurd. Ceylan, diyar kir ku armanca kesên êrîşê dibin ser gelê kurd ew e ku pêşî li ber yekîtiya kurdan bigirin.    ARMANCA YEKÎTIYÊ    Ceylan, anî ziman ku yekîtiya kurdan wê zirarê nede gelên din û got: "Sed sal in mafê gelê kurd tên înkarkirin û bi komkujiyan re rû bi rû ma. Niha li her çar perçên Kurdistan êrîş hene. Îjar kurd mecbûr in li ber van êrîşan xwe biparêzin. Wexta kurd doza yekîtiya xwe dikin, ne ji bo ku dijminatiya gelê Îranê, gelê ereb bikin. Êdî kurd baş dizanin ku heye nebin yek, bihêz nebin wê nikaribin bi tirk, rebe û farsan re li hev bên. Yekîtiya kurdan, vîn e. Yekîtiya kurdan, wê xizmeta faşîzmê û pergala ceberût neke. Ên ji ber vê nerihet dibin kî ne? Ên li dijî kurdan nerihet dibin. Ên gelê kurd dagir dikin  nerihet dibin."    'DIVÊ GAV HEMÛ JI BO YEKÎTIYÊ BIN'    Ceylan, detsnîşan kir ku divê kurd tifaqa xwe xurt bikin û got, wê êrîşên li ber tifaqa gelê kurd bi ser nekevin. Ceylan, got: "Ji niha û pê ve divê gavên gelê kurd hemû ji bo yekîtiyê bin. Divê hemû xizmeta yekîtiyê bikin. Kurd, divê bi her kesî re rêya diyalogê çêbikin. Roj roja yekîtî û bihevrebûnê ye."    'DIVÊ HER KES BIXEBITE'    Hevseroka HDP'a Bajêr Hulya Alokmen Ûyanki jî anî ziman ku heger yekîtiya neteweyî pêk bê wê êrîşên li ser kurdan jî bi dawî bibin. Ûyanki, got: "Heya niha kurdan ji ber hin hincetên cuda yekîtiya xwe pêk neanîn, lê belê niha yekîtî bivênevê ye. Heger tê xwestin pêşî li ber êrîşan bê girtin û li Rojhilata Navîn kurd bibin xwedî statu, naxwe divê bibin yek û wekî vîneke xurt tev bigerin. Ji bo yekîtiya neteweyî tenê ne partiyên siyasî, divê gel jî piştgiriyê bide. Ji bo êrîş bisekinin divê her kes ji bo yekîtiyê bixebite."    MA / Ergîn Çaglar