SOHR: TSK'ê hêzeke din a mezin şand Idlibê 2020-07-05 15:53:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Çekdar a Tirk (TSK), şandina hêzên xwe yên eskerî û lojîstik ber bi herêma Idlibê ve dewam dike. Îro 20 erebeyên eskerî derbasî herêmê bûn.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku karwanekî nû yê TSK'ê bi rêya dergeha Keferlosîn a bi Lîwaa Îskenderonê, derbasî Idlibê bû. SOHR'ê anî ziman ku karwan ji 20 erebeyan pêk dihat û bi aliyê nuqteyên Tirkiyê yên li herêmê ve çû. Ji destpêka agirbesta ku Rûsya û Tirkiyeyê di 5’ê Adarê de ragihand û heta niha derdora 4 hezar û 360 erebeyên eskerî, di nav de tank û topavêj, bi hezaran leşker derbasî xaka Sûriyê bûne.