Talankirina daristana li Çiyayê Cûdî didome 2020-07-05 09:04:36   ŞIRNEX – Li Çiyayê Cûdî, birîna daran ku ji bo qaleqolên temam bûne, hatibû destpêkirin, bi mehan e didome.  Hat diyarkirin ku birîna daran di çarçoveya plana Santrala Termîkê de tê kirin.    Li herêma Çiyayê Cûdî 10 qaleqolên ku dihatin çêkirin, lêkirina wan temam bûye û ji ber vê bi mehan qirkirina daran li herêmê pêk tê. Birîna daran a li gundê Cifane, Gundikê Remo, Gilindor û Nêvavayê bi destê cerdevanan tê kirin.  Rojê bi dehan qamyonên dar li wan barkirî ji herêmê derdikevin û ber bi Riha û Dîlokê ve diçin.    LI HERÊMA BIRÎNA DARAN GBT TÊ KIRIN    Birîna daran ku hem bi hinceta ewlehiyê û hem jî bi hinceta amedakariya santrala termîkê ku dê li herêmê bê çêkirin, tê kirin, nayê astengkirin. Dema ku gundî li dij derdikevin bi zexta leşkeran re rû bi rû dimînin. Li nuqteyên leşkerî yê kontrolê yên li ser rêyên ku diçin herêmê jî Kontrolkirina Agahiyên Giştî (GBT) tê kirin. Destûr nayê dayîn ku tu kesê eleqeya wî bi herêmê tuneye re derbas bibe.    ‘WÊ SANTRAL BÊ ÇÊKIRIN’    Welatiyê ku li gundê wan birîna daran didome, diyar kir ku darên ku bi keda xwe danîne, bi pelên wan sewalên xwe xwedî kirine û pêwistiyên xwe yên şewatê ji wan peyda kirine, bê rehm tên birîn. Welatî, destnîşan kir ku bi komkujiya daran re tê xwestin ku herêm bê bêhn bimîne.   Heman welatî, da zanîn ku kanên komirê ku ji gundê Awgamasyayê dest pê dikin û heta Roboskî bê navber berdewam dikin û wiha got: “Bi fîrmayên taşeron re Suleyman Bolunmez pêşengtiya vê qirkirinê dike. Li gorî ku ji me re hatiye gotin heta ku ev qaleqol bi dawî bibin dê hemû dar bên birîn. Li gundê Nevava jî ku birîna daran lê didome, tê xwestin santraleke mezin a termîkê lê bê çêkirin. Weke li Silopiya dê li vir jî mirov û xwezayê bê bêhn bihêlin û jehr bikin.”