Rojnameya Evrenselê dîsa ceza kirin 2020-07-04 11:42:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Îlanên Çapemeniyê ji ber Rojnameya Evrenselê di hêjmara 16'ê Nîsanê de sernavê "Ozel ê CHP'î berteka înşaetên bê destûr nîşanî Altun da" weşandin, 5 roj cezayê qutkirina îlanê birî.    Saziya Îlanên Çapemeniyê, berê ji ber Nivîskar Ragıp Zarakolu bi sernavê "Ji Qedera Makus rev tune ye" qotar di Rojnameya Evrenselê de nivîsîbû, 45 roj cezayê qutkirina îlanê birîbû. Niha jî Saziya Îlanên Çapemeniyê (BÎK) ji ber Rojnameya Evrenselê di hêjmara 16'ê Nîsanê de sernavê "Ozel ê CHP'î berteka înşaetên bê destûr nîşanî Altun da" weşandin, 5 roj cezayê qutkirina îlanê birî.    Rojnameyê di nûçeyê de cih dabû bertekên Wekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel ên li dijî Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun. BÎK'ê ter barê nûçeyê de ji Rojnameyê parastin xwest. BÎK'ê bi hinceta nûçeyê 5 roj cezayê qutkirina îlanê birî.