ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-04 09:00:04 * Hevseroka sazumankar a KCD'ê Yuksel Genç, bal kişand armanca îqtîdarê ya li dijî KCD'ê û wiha got: "Ev girêdayî rewşa Kurdan a nû ye. Bi mohrkirina KCD'ê çareseriya pirsgirêka Kurd mohr kirin.    * Parêzer Gulîzar Tûncer, anî ziman ku heya niha muwekîlê wê grtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku her du milên wî jî tunene, 5 caran rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" stendiye lê belê dîsa jî nehatiye berdan û got, rewşa muwekîlê wê qet nebaş e û bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin.    * Rojnamevana ji Ronahî Tv Xezna Nebî, piştî konferansa 3'emîn a jinên rojnamevan li ser encama konferansê û pêşeroja jinên rojnameger nirxandinên girîng kirin. Xezna Nebî, anî ziman di konferansê de biryara "Hemû endamên YRJ‘ê ji bo tendûristî, ewlekarî û azadiya fikirî ya Rêber Ocalan têbikşin û fikir û felsefeya Rêber Ocalan esas bigirin." girtine.    * Li Samandagiyê polîsan gef li malbata S.O. xwaribûn. Piştî vê malbatê giliyê polîsan kiribû. Lê belê dozgeriyê lêpirsîn bi "neşopandinê" bi dawî kir. Her wiha îtiraza ji bo biryara dozgeriyê jî hat redkirin.    * Aynete Bûlût ku kurê wê Serhat Bûlût li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ye, bang kir ku daxwaza zarokên wan bê qebûlkirin.    * Hevseroka Şaxa SES a Manîsayê Fîgen Pehlîvan, bal kişand ser zêdebûna pêketiyan ku pişyî pêvajoya "asayîbûnê" dest pê kir û got, dibe ku zivistanê pêvajoyeke zehmetir dest pê bike.    * Navenda Çandê ya Biharê, dest bi kursên xwe yên havînê kir. Şanoger Abdûllah Tarhan ji bo qeyda kursan bang kir û got, dermanekî şewba Covîd-19'ê jî huner e.    * Şaredariya Cizîrê ku cara dudoyan qeyûm tayinî wê hat kirin, qeyûmê berê hin mal û milkên wê firotibûn û dewri kiribûn. Endamên HDP'Î yên Meclîsa Şaredariyê jî biryara qeyûm betal kiribûn. Ji ber ku biryara qeyûm betal kirin Wezareta Karên Navxweyî der barê wan de lêpirsîn daye destpêkirin.    * Li navçeya Cizîrê hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe. Welatiyên ku bi nexweşiyê ketin û derbas kirin axivîn. Welatiyan, diyar kirin ku di nexweşxaneyan de tu tedbîr nehatibûn girtin û gotin, ger mirov sax biçe nexweşxaneyê wê  mirî derbikeve.    * Stranbêjên herêmî yên Amedê bal kişandin ser pirsgirêkên pê re rûbirû mane û gotin: “Kes rewşa stranbêjan nafikire. Stranbêj hem ji aliyê aboriyê, hem jî ji aliyê civakî ve mexdûr in.”   * Teklîfa "pir baroyan" a AKP'ê ji aliyê baroyan ve tê şermezarkirin, dê çalakiya baroyan were şopandin.    * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 797'emîn de li ser hesabên xwe yên medya civakî çalakiya xwe birêve bibe û li aqûbeta windayan pirs bikin. (12.00)    * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" di hefteya 595'emîn de bi rêya vîdoyê li dar bixe û belav bike. (12.00)   * Aktîvîstên mafên mirovan dê li Stenbol û Enqereyê çalakiyên ji bo girtiyên nexweş her hefte li dar dixin vê hefteyê jî birêve bibin. (13.30-14.00)