30 baroyan banga 'Mîtînga Mezin' kirin 2020-06-30 16:50:50 ENQERE - Serokên 30 baroyan, li dijî pêşnûmaya ku pergala hilbijartinên Baroyan biguherîne, banga tevlêbûna mîtînga mezin a Enqereyê kirin.    Îqtîdara AKP'ê ji bo pergala hilbijartina baroyan biguherîne pêşnûmeya zagonê anîn rojeva meclîsê. Li dijî vê hewldana AKP'ê Îro parêzeran li Stenbol mîtîng li dar xistin û li Edeneyê xwestin bimeşin. Hefteyek berê serokên Baroyan meşiyan Enqereyê û bertekên xwe anin ziman. Niha jî Serokên 30 baroyan bang li tevlêbûna Mîtînga Mezin kirin. Serokên baroyan li oteleke li Enqereyê kom bûn, têkildarî mîtîngê daxuyanî dan. Serokê Baroya Amasya Ahmet Melik Derindere,  anî ziman ku daxwaza guhertina zagonê ji aliyê kesên der barê baroyan de agahiya wan tune hatiye amadekirin û wiha got: "Gotinên ku baro siyasetê dikin' dikin hincet. Dijberî vê yekê baro parastinê dikin. Dijberî vê yekê pergala pir buroyan encama siyasetê ye. Ger ku buroyan zêde bikin dê berberî zêde bibe. Dê siyaseta dinava baroyan de pêş bikeve. "    Derîndere, anî ziman ku piştî zagona pêşnûmayê anîn rojeva meclîsê dê di 3'e Tîrmehê de Mîtinga Parastinê ya mezin li dar bixin. Li ser biryara 19'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê serokên baroyan di 19-22'ê Hezîranê de meşiyan Enqereyê. Dîsa piştî pêşnûma hat meclîsê em wekî Baroyên Tirkiyeyê dê di 03'ê Tîrmeha 2020'an saet di 14.00’an de li Enqereyê Mîtînga Parastina Mezin li dar bixin. Em bang li hemû parêzerên di bin baneyê baroyên xwe de dikin ku tev li Mîtînga Parastina Mezin bibin."