Leyla Guven li dozgeriyê îfade da 2020-06-30 15:50:35 AMED - Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) Leyla Guven, li ser banga dozgeriyê hat Edliyeya Amedê û li dozgeriya Amedê îfade da.    Dozgerê Komarê yê Amedê bang li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven kirin. Piştî banga dozger, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven çû Edliyeyê û îfade da dozeriyê. Li gel Guven, Hevserokê KCD'ê û parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Îmam Taşçier, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskin Bayındir, endam û rêveberên HDP û DBP'ê hatin edliyê. Guven, parlamenter û rêveber piştî demekê li ber edliyê rawestiyan, li gel parêzerên xwe Reyhan Yalçindag û Serdar Çelebî çûn dozgeriyê. Guven li dozgeriyê îfade da.      Polisan di 9'ê Cotmeha 2018’an de bi ser avahiya KCD'ê de girtibûn û gelek belgeyên KCD'ê desteser kiribûn. Piştî vê lêpirsîn dabûn destpêkirin û di 26'ê Hezîrana 2020'an de bi ser avahiya KCD'ê de girtin û avahiya komeleyê mohr kirin. Dîsa der barê 64 kesan de biryara binçavkirinê derxistin û 45 kes binçavkirin. Ji 45 kesênk hatin binçavkirin jê 23 kes hatin girtin.