Li Mereşê 5 kes hatin binçavkirin 2020-06-30 14:10:41   MEREŞ – Hevserokê HDP’a Bazarcixê Nacî Kizler jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Bazarcixa Mereşê polîsan serê sibê bi ser malan de girt û li malan lêgerîn pêk anî. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bazarcixê Nacî Kiziler, hevserokê HDP’ê yê Bazarcixê yê berê Mûrat Guvenç, rêveberên HDP’ê Îbrahîm Gandagli, Mesût Gozluoglû û kesek navê wî nehat zanîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku bi îdiaya “piştevaniya fînansê ji rêxistinê re kirine” hatine binçavkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Mereşê.