Serokê Bajar ê AKP’ê xebatên Şaredariya Rezan kontrol kir 2020-06-30 13:33:05   AMED – Serokê Bajar ê AKP’ê yê Amedê Serdar Bûdak, xebatên ku Şaredariya Rezan kiriye, kontrol kir.    Serokê Bajar ê AKP’ê yê Amedê Serdar Bûdak, Serokê Navçeyê yê AKP’ê yê Rezanê Erkan Gezer, rêveberên bajar û navçeyan ên AKP’ê xebatên Şaredariya Rezan kontrol kirin. Nûçeya Bûdak û Gezer ku bi Huseyîn Beyoglû ku tayînî Şaredariya Rezan hatibû kirin re li taxa Bagcilari xebatên asfaltê kontrol kiribûn, li ser hesabê medya civakî yê Serokatiya AKP’ê ya Bajar hat ragihand.    Beriya niha jî Waliyê Berê yê Amedê Huseyîn Basrî Guzeloglû serokatiya civîna AKP’a Bajar, Navçe, Milên Jin û Ciwanan kiribû.