Ragihandina Jinan encama konferansê aşkere kir: YRJ dê di şopa heqîqetê de bibe dengê şoreşê û pêşengê avakirina paradîgmaya neteweya demokratîk 2020-06-30 13:03:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Ragihandinê jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî konferansa 3'emîn ya ragihanidinê li dar xist û Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) ava kirin, encamnameya konferansê aşkere kirin.    Ragihandinê jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Ragihandina jinan dengê neteweya demokratîk e" bi beşdarbûna 86 delegeyan konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist. Jinên rojnameger piştî konferansê encamnameya konferansê bi raya giştî re parve kirin. Rojnamevan û pêşkêşvana Ronahî Tv Xezna Nebî bi kurdî û rojnamevana ji Ajansa Nûçeyan a Jinê Bêrîvan Hisê bi zimanê erebî encamnameyê konferansê xwend.   Encamnameya konferansê wiha ye:   “Di dîroka 28.06.2020’an de weke jinên rojnemevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me konferansa xwe ya 3’yemîn li dar xist. Konferans bi beşdarbûna 86 endamên ragihandina jinan pêk hat. Di konferansê de li ser  rewş û geşedanên ku li herêm û cîhanê diqewimin, rol û erkên dezgehên medyayê, di ragihandinê de hebûn û nasnameya jin, pirsgirêkên ku jin û civakên ku di bin êrîşên modernîteya kapîtalîst de ne dijîn, di enîya çapemenîya jin de çareserîyên wek feraset, hişmendî û rêxistinî çine bi berfirehî hatin nîqaşkirin.    Pêvajoya ku herêm û cîhan tê re derbas dibe, wekî Şere Cîhanê yê Sêyemîn mirov dikare binav bike. Di nava vî şerî de her ku diçe şerê di navbera sîstema kapîtalîst û modernîteya demokratîk de dijwar û şênbertir dibe.   Sîstemên desthilatdar serweriya xwe li ser civakê bi tevahî şêwazên şer dimeşînin. Ev sîstem di serî de jin û di kesayeta jin de mirovahiyê ji xwe re dike hedef. Di nava şêwazê van şeran de amûrê herî bi bandor ku van sîsteman bi kar anî çapemenî bû. Ji ber ku çapemenî di rêvebirina civakan de ya di aliyê fikrî, çandî û hwd xwedî bandoreke diyarker e.   Di dîroka gelan de çapemeniya azad li hember sîstmên deshilatdar û baviksalarî roleke giring leyîstiye. Di pêşketina pêvajoya şoreşê de li Kurdistan û herêmê bi xwe re girîngiya pêşxistina çapemeniya azad û bi reng û zimanê jinê pêşbikeve derxist. Her ku çû di vê qadê de çapemeniya desthilatdar di serî de jin û tevahî civakê di bin bandora şerê psîkolojîk de hişt û polîtîkaya qirkirin û bêdengiyê ferz kir. Loma bilindkirina dengê jinan di qada çapemeniyê de weke erkeke demê û mirovahiyê ye. Di heman demê de rêxistinkirina civakê di warê fikrî, çandî û gihandina îradeyeke azad yek ji erkên çapemeniya jin ya azad e. Her çiqasî deng û zimanê jinê li ser bingeha azadî û demokrasiye bilind bibe ewqas civak dikare nirxên azadiyê bi destbixe û pergaleke neteweya demokratik ava bike.   Wek jinên rojnamevan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her demê zêdetir pêdivî bi avakirina rêxistineke hevpar hebû. Loma em piştî konferansê sêyemîn avakirina Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) radigihînin.   Di serî de bi armanca gihaştina dengê jinê û rastiya jina azadîxwaz ji tevahî cîhanê re YRJ hate avakirin.   Di dîroka çapemeniya azad de jin xwedî rol û misyoneke mezine. Çapemeniya Jin a Azad heta niha di oxira heqîqetê de gelek berdêlên giranbûha daye. Di herêma me de jî li hemberî şerê qirkirin, dagirkirin û talanê gelek jinên rojnamevan bi biryar têkoşîn kirin û di oxira ku rastî di tariyê de nemîne canê xwe fedakirin. Ji bo berdewamkirina mîrasa jinên lêgerînvanên heqîqetê pêwîsti bi hevgirtin û yek zimanî heye. Jin di qada çapemeniyê de çiqas bikarin rêxistina xwe ava û mezin bikin wê ewqas bikarin di afirandina sîstem û civakeke demokratik û azad de pêşengtîyê jî bikin.   Careke din ragihandina avakirina YRJ’ê li tevahî rojnamevanên jin pîroz be. Wê YRJ di şopa heqîqetê de bibe dengê şoreşê û bibe pêşengê avakirina paradîgmaya neteweya demokratîk."