MMO: Arîn Zumrut serbest berdin 2020-06-30 12:10:22 AMED -  Şaxa Odeya Endezyarên Mekînê ya Amedê, xwest ku endama wan Arîn Zumrut a di çarçoveya lêpirsîna li dijî KCD’ê de hatibû binçavkirin, tavilê bê berdin.    Şaxa Odeya Endezyarên Mekînê (MMO) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsaz a Tirk (TMMOB) ya Amedê, derbarê endama xwe Arîn Zumrut a di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat binçavkirin de, daxuyanî da çapemeniyê. Şaxa MMO’yê li ser banê avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Şaxa MMO’yê Nevruz Kayran di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em her roj dibin şahidê binpêkirinên mafan ên cuda. Îro desthilatdarî bi tayînkirina qeyûman, êrîşên li ser goran, qanûnên înfazê yên newekhev, cînayetên kar û jinan, komkujiyên xwezayê, kiryarên xirab, binçavkirin, girtin, îşkecê û cezakirinên bêmaf zextên cidî li hemû beşên mûxalîf dike.”     'HEWL DIDIIN VÎNÊ BIŞKÎN IN'   Kayran, bal kişand ser operasyona herî dawî ya li dijî KCD’ê û wiha bilêv kir: “Di çarçoveya lêpirsîna li dijî KCD’ê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, di 26’ê Hezîranê de di serî de siyasetmedarên kurd, gelek kesên mûxalîf û demokrat hatin binçavkirin. Heya ku ev nêzîktaiyên dij demokratîk hebin wê tu pirsgirêk çareser nebin. Desthilatdarî dixwaze nefesê li gel û kedkaran teng bike. Hewl dide vînê bişkîne û teslîm bigire. Em ji vê derê carek din bang dikin. Dest ji van kiryarên xwe berdin. Em dixwazin pîşeya endezyarî bikin. Ji bo vê ji dî aştî were welat, serbixwetî pêş bikeve, darizandinek zelal bê kirin û demokrasî bê bi cih anîn.”     Kayran, di dawiya axaftina xwe de, bang li desthilatdariyê kir ku êrîş û zextên li dijî maf û azadiyan bi dawî bikin û xwest di serî de hevala wan Arîn Zumrut û hemû hevalên wan ên girtî bên berdan.