Li Xerpêtê qeza: 4 karkerên demsalê birîndar bûn 2020-06-30 10:57:02   XERPÊT - Li ser rêya Xerpêt û Meletiyê qeza çêbû û 4 karkerên çandiniyê yên demsalê birîndar bûn.   Minîbusa karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji Mêrdînê diçû Meletiyê, li Duryana Gozelî ya rêbejahiya Xerpêt û Meletiyê qeza kir. Di qezayê de, ajokar û karkerên di minibusê de birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer 4 birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxanê. Piştre derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.