Mamosteyan li dijî dagirkeriyê dest bi kampanya îmzeyan kirin 2020-06-30 09:51:33 NAVENDA NUÇEYAN - Komek mamostayên zanîngeh, aktivîstên civaka sivîl û çavdêrên siyasî yên Hewlêrê li dijî êrîşên TSK'ê yên li herêmê dest bi kampanya îmzeyan a "Kampanya Bergiriya li Xak û Nîştiman" kirin.   Komek mamostayên zanîngeh, aktivîstên civaka sivîl û çavdêrên siyasî yên Hewlêrê li dijî êrîşên TSK'ê ya Tirkiyeyê ku li herêma Federe ya Kurdistanê dimeşîne dest bi kampanya îmzeyan a "Kampanya Bergiriya li Xak û Nîştiman"  kirin. Kampanya li ser internetê tê meşandin ku formeke welatî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr îmze didaynin. Heya niha zêdetirî 1200 îmze hatine komkirin.   Rêveberên ‘Kampanya Bergiriya li Xak û Nîştiman’ Elî Mehmud ji Ajansa Rojnewsrê re axivî û diyar kir li dijî êrîş û sewqiyata Tirkiyeyê kampanyek îmzeyan dane destpêkirin. Elî da zanîn heya niha zêdetirê 1200 îmze komkirine, heya çend rojek din wê kampanya wan berdewam bike. Piştre jî wê îmze radestî Papayê Vatîkan û Netewên Yekbûyî were kirin. Elî Mehmud got: “Heya niha 1200 îmze hatine komkirin, roj bi roj îmze zêdetir dibin çend rojek din wê kampanya berdewam bike. Piştre wê îmzeyên ku hatine komkirin ji Papayê Vatîkan û Netewên Yekbûyî re werin şandin. Em piştgiriya banga Netewên Yekbûyî dikin ku di meha Adarê de banga rawestandina şer li tevayî cihanê kiribû.”   ÊRÎŞÊN TIRKIYE JI VÎRÛSÊ DIJWARTIR IN     Elî Mehmud da zanîn di ser qirîza aborî û hebûna virûsa Korona ya li Herêma Kurdistanê, êrîş Tirkiyeyê jî ewlehî û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê hîn zêdetir xistiye metirsiyê û wiha lê zêde kir: “Em daxwaz ji Netewên Yekbûyî dikin li dijî dagirkeriya Tirk helwestek cidî nîşan bide û pêşî li êrîşan bigre. Tirkiye dixwaze bi xewn û xeyalên împaratoriya Osmaniyan herêmê carek din dagir bike. Lê ev xeyala wê pêknayê, ji berku serdema xelîfetiyê derbazbûye. Li gorî min êrîşên Tirkiye ti peywendiya xwe bi PKK’ê re nine. Ma PKK li Libya û Lubnanê jî heye? Tirkiye niha hewil dide wan welatan jî dagir bike.”