Nûnerên partî û rêxistinan: Têkoşîna hevpar xurt bikin 2020-06-30 09:14:37 STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî bertek nîşanî mohrkirina KCD'ê dan û xwestin li dijî operasyona KCD'ê têkoşîna hevpar xurt bikin. Nûneran îşkenceya li Sevil Rojbin Çetîn hatiye kirin jî şermezar kirin û gotin: "Dewlet bi vê yekê peyamên nû dide."      Bertek û nerazibûnên li dijî operasyona KCD'ê didomin. Polîsan bi fermana dozgeriya komarê di 9'ê Cotmeha 2018'an de li dijî KCD'ê operasyon pêk anîbû, zêdeyî 200 endamên partiyan, rêveber, delege, rojnameger û siyasetmedar binçav kiribûn. Dîsa di 26'ê Hezîrana 2020'an de polîsan bi ser avahiya KCD'ê û malên siyasetmedaran de girt û 43 kes binçav kirin. Di heman rojê de avahiya KCD'ê mohr kirin. Di heman rojê de polîsan bi kuçikan bi ser mala Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad Sevil Rojbin Çetîn de girtin û îşkence lê kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî bertekên xwe anîn ziman û ev yek şermezar kirin.    Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu, Nûnerê Kovara Kaldiraç Hakan Dilmeç, Endama Meclîsa Platforma Piştevaniya Sosyalist (SODAP) Fatma Încî û Berdevkê Hewldana 78'an Celalettin Can operasyona li dijî KCD'ê û îşkenceya li Rojbîn Çetîn hatiye kirin nirxandin.    HEWLDANA 78’AN: DIXWAZE RÊ LI PÊŞ ÇALAKIYAN BIGIRIN     Nûnerê Hewldana 78'an û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Celalettin Can, anî ziman ku di demên dawî de operasyonên li dervê sînor zêde bû wiha got: "Bandora meşa HDP’ê ya ji Edîrne û Colemêrgê ya ber bi Enqereyê heye. Hikûmet li dijî plana helwestê ya HDP’ê dixwaze ji çalakiyan dûr bixe. HDP nehat provokasyonê û di meşê de israr kir. Çalakiya xwe berdewam kir. Vê çalakiyê hikûmet tirsand. Bi vê operasyonê dixwaze rê li pêş çalakiyên Kurdan û HDP'ê bigirin.   ÇARESERÎ SIYASETA DEMOKRATÎK E    Can bal kişand ser îşkenceya polîsan ku bi kuçikan li Sevil Rojbin Çetîn kirin û wiha got: "Di salên 1980’ê de li Zindana Hêjmar 5  a Amedê “Efser Esat Oktay Yildiran û kuçikê xwe Co hebû. Bi îşkenceya xwe tê zanîn. Ev rêbaza îşkenceyê ku li Çetîn hatiye kirin jî dîxwazin faşîzma Esat Oktay bibîr bixin. Dixwazin bi îşkenceya bi kuçikan rûmeta mirovan bişkînin. Li Zindana Amedê berxwedan bi ser ket. Îşkenceya ku polîsan li hevala me Rojbîn kir, berê jî Esat Oktay li pêşengên gel kiribû. Tundî û zext ne çareserî ne. Çareserî siyaseta demokratîk e."    SODAP: EV OPERASYONA SIYASÎ YE   Endama Meclîsa SODAP'ê Fatma Încî jî anî ziman ku demek dirêj operasyonên li dijî vîna gelê kurd didomin û wiha got: “Îqtîdar êdî rê nabîne. Asê maye. Ji ber vê yekê êrîşî têkoşîna gelê Kurd dike. Ev operasyonek siyasî ye. Têkoşîna gelê bindest dibe tirsa îqtîdarê. Divê em têkoşîna hevpar xurt bikin.    KALDIRAÇ: JI TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELAN DITIRSIN   Nûnerê Kovara Kaldiraçê Hakan Almeç jî anî ziman ku ji têkoşîna hevpar a gelan ditirsin û wiha got: "Ji bo rê li pêş rêxistin û têkoşîna hevpar a gelan bigirin vê operasyonê li dar dixin. KCD armanc dike ku çivakek bi rêxistin ava bike. Hêzên serdest ji civaka zane û bi rêxistin ditirse. Operasyon li dijî civaka bi rêxistin e. Divê em têkoşîna xwe û têkoşîna gelê Kurd bikin yek.    ESP: LI DIJÎ ÊRÎŞAN TÊKOŞÎNA HEVPAR XURT BIKIN   Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu jî anî ziman ku bi vê operasyonê dixwazin têkoşîna gelê Kurd ya demokratîk û azadiyê bişkînin û wiha got: "Dixwazin bi vê operasyonê têkoşîna gelê Kurd belav bikin û tasfiye bikin. Di heman demê de ev operasyon li dijî têkoşîna jinên azad e. Divê li dijî van êrîşan em tekoşîna hevpar a gelan xurt bikin. Bi îşkenceya li dijî Rojbîn Çetîn dixwazin rûpelên nû vekin. Dixwazin peyamê bidin. Ev îşkence kevneşopiya diktatoriya faşîst e. Gelê Kurd her dem bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedan’ bersîv daye vê yekê."     MA / Naci Kaya - Erdoğan Alayumat