Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê: Pêşî li DEDAŞ'ê bigirin 2020-06-30 09:11:11 MÊRDÎN – Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbey, anî ziman ku ceryana ji bo avdaniya erdan bi kar tînin fatûreyên wê li gor aboneyên pîşesaziyên tên birîn û got, ji ber vê cotkar deyndar dibin û ji ber vê jî ceryan tê qutkirin.  Li navçeya Qoser û Dêrika Mêrdînê demek berê DEDAŞ'ê bi hinceta deynan ceryana zêdetirî 50 gundî birîbû û ji ber vê bi hezaran welatî 33 rojan bê ceryan mabûn. Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbey, destnîşan kir ku ji ber ku DEDAŞ tim ceryanê dibire bi hezaran welatî bi birçîbûnê re rû bi rû mane.    Erbey, anî ziman ku li Deşta Qoserê çinîna genim qediyaye, wê 10 roj şûnde jî çandina genim dest pê bike. Erbey, diyar kir ku lê belê cotkar ditirsin ku DEDAŞ dîsa ceryana wan bê birîn.    Erbey, destnîşan kir ku heger ceryan bê qutkirin wê nikaribin çandiniyê bikin û got: "Helwesta DEDAŞ ku dibêje 'xwzî biçîne xwazî neçîne, deynê kê hebe em ê bibirin' tenê ne cotkar derbê li aboriya welêt jî dixe. Ma hilberîn nebe wekî din em ê li gundan çi bikin. Debara cotkaran çandinî ye. Ji bo vê traktor kiriye, kredî kişandiye. Heger cotkar erdê xwe najo wê çawa deynê xwe bide?"    WEKÎ YA ABONEYÊN PÎŞESAZIYÊ TÊ HESIBANDIN   Erbey, anî ziman ku tenê daxwazek wan heye ew jî li 81 bajaran heqê ceryanê çi be bila aa wan jî ew be. Erbey, destnîşan kir ku ceryana wan weke ya aboneyên pîşesaziyê tê hesaibandin û got: "Mesele em bêjin li Rihayê 100 donim genim hatiye çandin û heqê cerynê 7 hezar TL hatiye. Çima li wir 7 hezar lê ji me re 150 hezar tê? Mesela li Rihayê ji bo pembo jî wisa ye. 23 hezar Tl fatûr etê şandin, lê ji me re 100 hezar. Em ji bo avdaniya erd ceryanê bi kar tînin. Lê radibin wekî yên aboneyên pîşesaziyê fatûreyan dibirin."    WÊ 100 HEZAR KES Birçî BIMÎNE    Erbey, anî ziman ku li Qoserê 6 hezar cotkar li ser Pergala Qeyda Cotkaran qeydkirî ne û got: "Ji sed parê Qoserê 80 jê tê ajotin. Ev jî teqabulî milyonek donim erd dike. Gava ceryan bê birîn wê ev qas erd neyê ajotin. Wexta çandinî neyê kirin wê li Qoserê zêdetirî 100 hezar mirov birçî bimînin."   Erbey, destnîşan kir ku heger mexdûriyeta wan neyê helkirin wê pirsgirêkên emzintir rû bidin û got: "Divê pêşî li terora DEDAŞ'ê, li zilma wê bê girtin."    MA / Omer Akin