ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-30 09:00:07 * Şaredariya Qersê ku di 14 mehan de di gelek qadan de ji bo jinan tiştên girîng kirine, hewl dide ku Qersê ji hilberînê heya mekanîzmaya biryargirtinê veguherîne bajarê jinan.  * Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbey, anî ziman ku ceryana ji bo avdaniya erdan bi kar tînin fatûreyên wê li gor aboneyên pîşesaziyên tên birîn û got, ji ber vê cotkar deyndar dibin û ji ber vê jî ceryan tê qutkirin.    * Ebrû tîmtîk ku tevî hevpîşeyê xwe Aytaç Unsal ji bo "darizandineke adil" di rojiya mirinê de ye, êdî hema bêje nikare biaxife jî. Xaltîka wê Yildiz Denîz  anî ziman ku "berî kes bimire divê ev bêedaletî ji holê rabe" û xwest dengê Ebrû û hevalên wê bê bihîstin.    * Li Wanê esnafên Bazara Mezin a Rûs diyar dikin ku ew ji ber ew nikarin kar bikin ya dibin deyndar an jî neçarin derabeyên xwe bigirin.    * Li Salîhliyê zarok di nava sergoya 49 salî de dilîzin. Welatiyên bajêr, xwestin ku qada sergoyê ya ev 40 salin lê tê rijandin bê rakirin û diyar kirin ku weke ku ev der bûye cihê lîstûka zarokan, lê ji ber vê sergoyê her cure nexweşî belav dibin.    * Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî bertek nîşanî mohrkirina KCD'ê dan û xwestin li dijî operasyona KCD'ê têkoşîna hevpar xurt bikin. Nûneran îşkenceya li Sevil Rojbin Çetîn hatiye kirin jî şermezar kirin û gotin: "Dewlet bi vê yekê peyamên nû dide."    * Şaxên Komeleya Mafên Mirovan dê li Amed, Îzmir, Îstanbul, Enqere Edene û gelek bajarên din îşkencya li Aktîvîsta TJA'yê Sevil Rojbin Çetin hatiye kirin bi daxuyaniyên çapemeniyê şermezar bikin. (12.00 – 18.00)   *  Parêzer dê li dijî hewldana Hikûmeta AKP'ê ku dixwaze pergara hilbijartina Baroyan biguherîne li pêş Edliyeya Çaglayan a Stenbolê mîtîngê li dar bixin. (12.30)   * Baroya Edeneyê dê li dijî guhertina pergala hilbijartina Baroyan li Edeneyê "Meşa Parastinê" li dar bixin. (12.30)   * HDP û CHP dê civîna komên xwe ya li Meclîsê pêk bînin. (12.45 - 13.30)