Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek û 22 kes hatin girtin 2020-06-29 22:09:59   AMED -  Di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de ji 45 kesên hatibûn binçavkirin tevî Dayika Aştiyê Makbûle Ozbekê 22 kes bi îdiata "endamtiya rêxistinê hatin girtin û 22 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de dabû destpêkirin 45 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 16 kes jê duh sewqî edliyeyê hatibûn kirin û 8 kes jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Îro jî Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, ji Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê Makbûle Ozbek û rojnamevan Ayşe Kara jî di nav de 29 kesên din jî sewqî edliyeyê hatibûn kirin.    15 KES HATIN GIRTIN   Ji kesên sewqî edliyeyê hatibûn kirin û dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgeriyê kiribûn Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek, Mehmet Gungormuş, Fesîh Balbey, Mehmet Cahît Ay, Emrûllah Zumrut, Adil Ercan, Mûstafa Alimterîn, Tevfîk Kaçar, Yildiz Damla, Enver Çelîk, Erdal Bayram, Fedaî Akar, Jiyan Taş, Leyla Bagirtir û Mehmet Cahît Şik hatin girtin.    14 KES HATIN BERDAN   Dadgeriya Cezayê Sulhê, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, rojnamevan Ayşe Kara, Mehmet Devîren, rêvebirê Şaxa SES a Amedê Mahfûz Karaaslan, Gonul Ogûr, Îbrahîm Halîl Taş, Mehmet Saglam, Seher Ozgen Aytek, Selva Akkoyûn, Suphî Îzol, Azad Can, Enver Temîz, Ferhat Erkûş û Gûrbet Çakar bi şertê kontrolkirina edlî û qedexeya derketina derve berda   DI LÊPIRSÎNA KCD'Ê DE 23 KES HATIN GIRTIN    Di çarçoveya lêpirsîna der barê KCD'ê de tevî 8 kesên duh hatibûn girtinn heya niha 23 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatine girtin. Her wiha tevî 8 kesên duh hatibûn berdan hejmara kesên hatin berdan jî bû 22.