Ji jinên elewî bîranîna Komkujiya Sêwasê 2020-06-29 16:03:21   DERSIM – Jinên elewî, ji ber 27’emîn salgvegera Komkujiya Sêwasê serdana Zîyaretgeha Ana Fatman kirin û find pêxistin.    Li Dersimê jinên elewî, ji ber 27’emîn salgvegera Komkujiya Sêwasê ku di 2’ê Tîrmeha 1993’an de pêk hatibû, serdana Zîyaretgeha Ana Fatman kirin û bernameyek li dar xistin. Di bîranînê de find hatin pêxistin û loqma hat belavkirin. Jinan, di daxuyaniya ku dan de jî bal kişandin ser bêcehiştina faîlên komkujiyê û ev tişt gotin: “Li gel ewqas şahidan jî ji bo bêcazahiştinê doza Siwasê ji demê re hiştin û faîlên komkujiyê serbest berdan. Bersûcên firar jî qet nehatin dîtin. Weke jinên elewî em careke din bi bîr dixin ku komkujî sûcê mirovahiyê ye, vî sûcî ji bîr nekin.”