Hevseroka KCD’ê Guven ji bo îfadeyê vexwendin dozgeriyê 2020-06-29 14:34:05 AMED – Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven vexwend îfadeyê.  Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin, di 26’ê hezîranê de derbarê 64 kesan biryara girtinê hatibû dayîn.  Di çarçoveya lêpirsînê de polisan bi ser malan de girtibû û 43 kesan binçav kiribû û avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) mor kiribûn. 16 kesên ku hatibûn binçavkirinm duh derketin pêşberî dadgehê û 8 ji wan bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” hain girtin.    Binçavkirina 27 kesan a li emniyetê didome. Hat hînbûn ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji bo îfadeyê hat vexwendin. Nehat hînbûn ku dozgeriyê ji ber kîjan sedemê Guven vexwendiya îfadeyê.