Keştiya penaberan li Gola Wanê noqî avê bû 2020-06-29 14:11:26 WAN - Keştiya ku penaber bar kiribûn li Gola Wanê noqî avê bû.  Li Gola Wanê keştiya ku penaber bar kiribûn noqî avê bû. Hat diyar kirin ku bi dehan penaber di ava golê de fetisîn. Keştî li nêzî Girava Çarpanak a Navçeya Tuşba ya Wanê noqî avê bû. Hat diyar kirin ku gelek penaber di keştiyê de bûn û gelek penaber di avê de fetisîn. Piştî bûyerê yekîneyên xizmetkarên tenduristiyê û esker çûn cihê bûyerê. Têkildarî encama keştiya ku noqî avê bûye tu agahî nehatin bi destxistin.    Walîtiya Wanê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û anî ziman ku keştî li herêma Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Yoldondu ya Westanê noqî avê bûye. Waliyê diyar kir ku li taxa Altinsaçê di 27'ê Hezîrana 2020'an saet di 22.00'an de kesên bi navê Sedat û Medeni Akbaş bi tekna xwe ya şexsî derketine Gola Wanê û demek dirêj e agahî j wan nayê girtin. Têkildarî vê mijarê keyayê taxê agahî parve kiriye. Welatî Medeni Akbaş, di 28'ê Hezîrana 2020'an saet di 23.00'an de li taxa Çitoren a Navçeya Tuşbayê hatiye dîtin. Ji hewa û ezman lêgerîn didome. Der barê xwediyê keştiyê Sedat Akbaş de jî tu agahî nehatiye bi destxistin.