Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn 2020-06-29 13:52:05 ŞIRNEX – Parlamenterê DEP'ê yê berê Orhan Dogan, di 13’yemîn salvegera koça xwe ya dawî de li ser gora xwe hat bibîranîn.   Parlamenterê  DEP'ê yê berê Orhan Dogan ê ku di 29'ê Hezîrana sala 2007'an de li Mihrîcana Şaredariya Bazîdê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi tevlîbûna rêveberên HDP’ê û malbata wî  li ser  gora xwe hat bîranîn. Di bîranînê de rêz hat girtin.    Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz di bernameya bîranînê de axiv û diyar kir ku ew Orhan Dogan bibîr tînin û ew ê heta dawiyê têkoşîna Orhan Dogan bidomînin û got: " Dema ku cenazeyê Orhan Dogan anîn Cizîrê ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin. Ji wê rojê heta roja me ya îro em li pey têkoşîna Orhan Dogan dimeşin. Orhan Dogan wekî kevokê aşîtiyê û fîlozofê Kurd tê binavkirin. Em ji hemû gelê Kurd û Kurdîstanê ser sersaxiyê dixwazin."   Piştî axaftinê biranîn li ser gorê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.