Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hat taloqkirin 2020-06-29 12:55:17   SEMSÛR – Di danişîna 19’emîn a Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê biryara girtinê derbarê bersûcan de nehat dayîn. Derbarê dozgerê wê demê yê Kerboranê Adem Kul de dîsa biryara “bi darê zorê anîn” hat dayîn.    Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di navbera cotmeha 1995’an û adara 1996’an de 3 jê zarok 8 welatî û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin.  Derbarê windakirina van kesan de doz hatibû vekirin. Navê “Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê” lê hatiye kirin. Danişîna dozê bi hêceta “ewlehiyê” neqlî Dadgeha Semsûrê hatibû kirin. Danişîna 19’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat lidarxistin. Fermandarê Qereqolê yê wê demê jî di nav de 18 kesên ji bûyerê berpirsiyar bi sûcdariya “bi zanebûn kuştin” tên darizandin.    DADGER DAXWAZA PARÊZERAN RED KIR    Di danişînê de parêzerên malbatên mexdûr amade bûn. Parêzeran di danişînê de daxwazên xwe yên danişîna beriya niha dubare kirin û xwestin bersûc werin girtin. Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran red kir.    Şandgeya dadgehê xwest dozgerê wê demê yê Kerboranê Adem Kul were tespîtkirin û biryara “bi darê zorê” bînin dadgehê da. Her wiha dê derketin an jî nederketina dozger a derveyî welat were lêkolînkirin. Dadgehê biryara şahidên bûyerê Dîlek Tok, Abdullah Çolak û Kazim Aslan di danişîna bê de amade bin da û xwest dozger derbarê dosyeyê de biryara xwe amade bike.    Şandeyê danişînê taloqî 2’yê mijdarê kir.