Îşkenceya bi kuçikan ji wezîr pirsî 2020-06-29 11:59:43 ENQERE – Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun, têkildarî îşkenceya ku polîsan bi kuçikan li aktivîsta TJA'yê Sevil Rojbin Çetin kirin pirsname da Meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Soylu bibersivîne.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remzîye Tosun, têkildarî mohrkirina KCD'ê, binçavkirina siyasetmedarên Kurd û îşkencyea li aktîvîstên TJA Rojbîn Çetîn hat kirin pirsname da meclîsê. Tosun, pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne. Tosun, anî ziman ku KCD  li 20 bajaran xebatê dike û bi sedan rêxistinên civakî û demokratîk di bin baneyê wê de xebatên xwe dikin. Tosun, bibîr xist ku KCD 13 salin xizmeta tenduristî, perwerde, ekolojî û rêveberiyên herêmî dimeşîne û wiha got: "Di qada gerdûnî de xebat meşandiye. Polîsan di 26'ê Hezîrana 2020'an de bi ser avahiya KCD'ê de girtin û gelek kes binçav kirin. Polîs bi kuçikan ketin mala Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê û aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbin Çetîn. Bi kuçikan êrîşî Rojbîn Çetîn kirin û  bi kuçikan îşkence li Çetîn kirin."    Tosun, ji bo bersivandinê ev pirs ji wezîr Soylu pirsîn:   “* Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  ku xebatên civakî dimeşîne çima wekî rêxistinek dijzagonî nîşan didin?   * Di serdegirtina KCD'ê de pirtûk wekî belgeyên qedexe nîşan dan û serwîsî çawemeniyê kirin. Pirtûkên zagonî wekî belgeyên sûc nîşan dan. Armanc çiye?    * Di serdegirtina KCD'ê de tu belge û berhemên li dijî zagonê nehatin girtin. Lê dîsa endam û rêveberên wê binçav kirine. Sedema vê yekê çiye?    * Dema bi ser KCD'ê de girtin destûr nedan ku endam û rêveberên KCD'ê daxuyanî bidin. Sedema vê yekê çiye?    * Dîmenên di serdegirtina mala Sevil Rojbin Çetîn de, bi çapemeniyê re hatin parvekirin. Di wêneyan de hat dîtin ku îşkence li Rojbîn Çetîn hatiye kirin. Bi dehan polîs bi kuçikan ketine malê û bi kuçikan îşkence li Rojbîn Çetîn kirine. Îzahata vê yekê çiye?    * Di demên dawî de polîs bi kuçikan dikevin malan û bi kuçikan îşkence dikin îzahata vê yekê çiye. Fermanek bi vî rengî heye ?    * Rayedaran dema polisan îşkenceya bi kuçikan li Rojbin Çetîn kirin bêdeng man û ev yek nedîtin. Der barê van rayedaran de tu lêpirsîn hatiye vekirin?