40 karker bi Kovîd-19’ê ketin 2020-06-29 11:31:13   MÊRDÎN – Li navçeya Şemrexê, karkerên ku li şantiya rêya hesin a Etî Bakirê ya Holdînga Cengîzê dixebitin 40 ji wan bi vîrûsa koronayê ketin.  Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, di nav hefteyeke dawîn de 40 karkerên di înşata rêya hesin a di navbera Mêrdîn û Amedê ya Kargeha Etî Bakirê ya Holdînga Cengîzê dixebitin, bi vîrûsa koronayê ketin. Karkerên ku encamên testê wan pozîtîf derketin, li nexweşxaneyên Mêrdîn, Şemrex û Dêrikê tên tedawîkirin.    Li gel ku 40 karker bi vîrûsê ketine jî li şantiyê bi sedan karkerên din tên xebitandin û detûr nayê dayîn ku ji bi tevdîrê biçin malên xwe jî. Raketina li şantiye li karkeran tê ferzkirin û kesên ku dixwazin biçin malên xwe jî gefa ji kar derxistinê li wan tê xwarin.    Hin karkerên ku me xwe gihand wan, xwestin ku li dijî mezinbûna gefa vîrûsê karê wan bê rawestandin û bergirî bên girtin. Karkeran, destnîşan kir ku li gel rîsqa bi ketina vîrûsê jî ji ber bêkariyê dengê xwe ji rewşa heyî re dernaxin.    Di meha gulanê de jî li heman şantiyeyê karker li gel gefa vîrûsê jî hatibûn xebitandin û li dijî vê yekê derketibûn û çalakî li dar xistibûn. Ji ber ku tevlî çalakiyê bûbûn 118 karker ji kar hatibûn derxistin.