Radyoyan desteser dikin û rojnameyan nadin 2020-06-29 11:15:03   AGIRÎ - Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê zextên li ser girtiyan didome. Girtiyan diyar kirin ku pirsgirêkên wan ên ava paqij heye û wiha gotin: "Tiştên ku em ji qantînê dixwazin nadin me. Radyoyan desteser dikin û rojnameyên me nadin me."    Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ji destpêka ku şewba vîrûsa corona (Kovid-19) dest pê kiriye heta niha, binpêkirina mafan li girtîgehan didome. Girtiyan bi rêya telefonê agahî dan malbatan û anîn ziman ku di bin navê tedbîra ji bo şewbê de, hevdîtinên malbatan bi sînor kirine. Girtiyan anîn ziman ku di şandin û girtina name, kargo û malzemeyên din de pirsgirêk hene û gotin: "Tu name û kargo di dema xwe de nayên. Nameyê ku ji mere hatin şandin, 4 meh şûnde digêjin destê me. Rojnameyên ku em dixwazin û em aboneyên wan in, nadin me. Dest datînin ser radyoyên me. Em tecrîdê di nava tecrîdê de dijîn. Em sûdê ji mafê xwe yê spor û kursê nagirin. Ava bîrê didin me. Av ji bo vexwarinê ne bi tenduristî ye. Dem bi dem ava qirêj diherike û ji bo paqijiyê ne guncav e. Ji bo em serê xwe bişon ava germ nadin me."    BERHEMÊN EM JI QANTÎNÊ DIXWAZIN NADIN ME'    Girtiyan anîn ziman ku ji bo avê vexwin ji kantînê dikirin û wiha gotin: "Bi mehan e pirsgirêka me bi kantînê re heye. Berhemên ku em dixwazin nadin me. Xwarin pir xerab e. Em dixwazin hin pêdiviyên xwe ji kantînê pêşwazî bikin, lê wî jî baş nadin me."    Girtiyan xwest raya giştî hestiyar nêzîk bibe.