Hat îdiakirin ku ji ber wî hilnedane ezmûnê întîhar kiriye 2020-06-29 10:12:49   AMED – Omer Ateş ê ji ber nexweş ket wî hilnedan ezmûna AYT’ê piştî vegeriya malê hat îdiakirin ku întîhar kiriye.     Omer Ateş (18) ê ji gundê Kamika girêdayî navçeya Pasûrê hat navenda Amedê ku bikeve ezmûnên ji bo zanîngehê. Ateş ê li ber dibistana dê bikeve ezmûnê vereşiya û wî hilnedan ezmûnê. Ateş ê wî hilnedan ezmûnê piştî vegeriya gundê xwe Pasûrê duh êvarê xwest bi çekê dawî li jiyana xwe bîne. Ateş ê bi giran birîndar bû ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pasûrê. Ji vir jî ew sewqî Amedê kirin û hat diyarkirin ku bi rê de jiyana xwe ji dest daye. Dê cenazeyê wî îro veşêrin.