Me xwe gihand belgenameyên deyndariyê yên ku Beyoglû înkar dikir 2020-06-29 10:04:46   AMED – Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku tayînî Şaredariya Rezan hatibû kirin, nûçeya me ya derbarê qedandina budçeya 2020’an û dest bi deyn kiriye red kir. Lê me xwe gihand belgenameya ku Beyoglû 3 caran rayeya bi giştî 160 milyon TL’yî ji Meclisa Şaredariyê xwestiye.    Di 26’ê mehê de me bi ser navê “Di 6 mehan de qaseyê paqij kir, budçeyê qedand, ket binî deyn” derbarê Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku ji aliyê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve weke şaredar tayînî şûna Hevşaredarê Şaredariya Rezan Zeyat Ceylan ê HDP’î hatibû kirin, derbas kiribû. Beyoglû vê nûçeyê me red kiribû û angaşt kiribû ku rewşeke bi vî rengî li Şaredariya Rezan tuneye. Lê me xwe gihand belgenameyên ku Beyoglû 3 caran rayeya deynkirinê ji Meclisa Şaredariyê xwestiye.    HEJMARAN HEV NEGIRT   Beyoglû, tevlî weşana televîzyonekê bûbû û tenê daneyên budçeya sala 2019’an ên şaredariyê parve kiribû û xwe bi van parastibûn. Lê daneyên ku dabûn hevdû negirtin. Beyoglû budçeya şaredariyê ya 2019’an  bi qasî 165 milyon TL aşkera kiribû û li gel ku plansaziya budçeya tezmînî weke budçeya teqez pêşkêş kiribû jî hejmarên wî hevdû negirtin. Beyoglû, angaşt kiribû ku ji 165 milyon TL budçeyê 128 milyon û 500 hezar xerc kiriye û 23 milyon TL di qaseyê de ye. Lê li gorî van daneyên Beyoglû di budçeya wî de 14 milyon valahî heye.    RAYEYA 3 CAR DEYNKIRINÊ   Her wiha Beyoglû angaşt kiribû bi 11 milyon TL’yî asfalt firotiye Şaredariya Peyasê û deyndêr e. Lê me xwe gihand belgenameyên ku Beyoglû 2 caran ji bo 70 milyon TL’yî û carek jî ji bo 20 milyon TL’yî rayeya deynkirinê ji Meclisa Şaredariyê xwestiye. Binasiyeke vê xwestinê jî razandina mûçeyê karkerên şaredariyê ye.