Cenazeyê piştî 20 salan dîtin niha jî li peyarêyê hatiye veşartin 2020-06-29 10:00:45   STENBOL – Malbata Abdulhamît Doner piştî 20 salan gihîşt cenazeyê wî. Piştî ku cenaze ji Goristana Xerzanê hat derxistin malbat dîsa ket nava lêgerîna cenaze û niha cenaze di li peyarêyê hatiye veşartin. Malbat dibêje tarîfeya vê êşê nîne.    Di kanûna 2017’an de 282 cenaze ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Cenazeyên biribûn ATK’ê niha di qutiyên plastîk de li peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê hatine veşartin. Yek ji van cenazeyan jî yê endamê PKK’ê Abdulhamît Doner e. Dema goristan hat hilweşandin malbata Doner çû Bedlîsê û ji bo nimûneya DNA’yê xwîn da dozgeriyê. Heta niha jî dozgeriyê bersiv nedaye malbatê.    Malbata Doner di salên 1980’î û 1990’î de ji ber zext û zordestiya dewletê her tim koç û bar dikin. Apê Abdulhamît Doner, Îbrahîm Doner li gundê Hîzanê ku meletiyê dike ji aliyê eskeran ve tê kuştin. Abdulhamît Doner hêj 13 salî ye piştî kuştina apê xwe di sala 1993’yan de beşdarî PKK’ê dibe. Di sala 1994’an de vê carê apê wî Hurşît Doner ji aliyê eskeran ve tê kuştin.    Abdulhamît Doner diş erek sala 1995’an de li herêma Reşadiyê ya Tetwanê diqewime de jiyana xwe ji dest dest dide. Cenazeyê wî winda ye. Malbat 20 salan li cenaze digere û di sala 2014’an de cenaze dibîne. Êşa malbatê di sala 2017’an de bi derxistina cenaze ya ji gorê carek din dubare dibe û malbat piştî 20 salan cenazeyê ku dît dîsa ketiye pey lêgerîna cenaze.    ÊŞA LI SER ÊŞÊ    Xwişka Doner, Rewşen Doner da zanîn ku ew salên dirêj li cenaze geriyane û piştî du apê wê hatine qetilkirin, malbat jî koçî Stenbolê kiriye. Doner anî ziman ku ew 20 salan li cenaze geryan û di encama êş û lêgerînek mezin de gihîştine cenaze û li Goristana Xerzanê veşartine. Doner diyar kir ku nedîtina cenaze êşek gelek mezin e û yên vê dîtibin dizanin êşek çawa ye û ew bi roj û salan qal bike derdê wê naqede. Rewşen Doner anî ziman ku gora birayê wê ji bo birîna wan bûbû derman û êşa wan dîtiye û niha êşa dubare dibe pênase û ravekirina wê nîne. Doner destnîşan kir ku ew kesên li dijî cenazeyan tevdigerin ne dîn û ne rêgezan nas dikin. Doner got ew bang li gelê kurd dike ku xwedî li cenazeyên xwe derkevin û cenaze şeref, namûs û xeta sor a gelê kurd e û gel xwediyê van cenazeyên li Kîlyosê ne. Doner anî ziman ku dîmenên li Goristana Kîlyosê êşa wan bêtir mezin kiriye û got: “Di dijminantiyê de jî sînorek heye. Ev ne ji mirovahiyê û ne jî ji misilmaniyê fêm dikin. Bila ew kesên vê êşê tînin serê me xwe bixin şûna me.”    MA / Îdrîs Sayilgan