Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewbê ketine bû 197 hezar û 239 2020-06-28 22:37:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê îro jî hezar û 356 kes bi şewba Covîd-19'ê ketine û 15 kes jî jiyana xwe ji dest daye.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 15 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 356 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 197 hezar û 239 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 97.