16 kesên di lêpirsîna KCD’ê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyê kirin 2020-06-28 16:17:45 AMED - 16 kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de, hatibûn binçavkirin, sewqî edliyê hatin kirin.       Ji 43 kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya darbarê Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) bi rêve bir de hatibûn biçavkirin 16 jê lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan a Amedê bi dawî bûn û sewqî edliyê hatin kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amed bû de, polîsan li Îzmîr, Stenbol, Edene, Şirnex, Êlih û Wanê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de, endam û rêveberên KCD, HDP, DBP, Komeleya Jinan a Rosa, rêxistinên civaka sîvîl, Hevşaredara Farqînê ya ku qeyûm tayînî cîhê wê hat kirin Naşîde Toprak, rojnameger û parêzer jî, di nav de 43 kes di 26’ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin.