Rêveberiya TBB’ê Feyzîoglu vexwend îstîfayê 2020-06-28 15:35:52 ENQERE - Endamên Desteya Rêveber daxwazname ji Serokatiya TBB’ê re şadin û Metîn Feyzîoglû vexwendin îstîfayê.     Alîkerê Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Huseyîn Ozbek, endamên Desteya Rêveberiyê Fîlîz Saraç, Asûde Şenal û Sabrî Çepîk, Metîn Feyzîoglû vexwendin îstîfayê. Di daxwaznameya banga îstîfayê, ya ji Serokatiya TBB’ê re hat şandin de wiha hat gotin: “Serokê TBB’ê yê ku ji girseya dengên xwe dayînê û xeta xwe ya berê dûr ketiye, ji bo ku têkoşîna baroyan û parêzeran a li dijî pêşnûmeya qanûnê asteng neke, divê ji peywira xwe îstîfa bike.”