Partiyên siyasî: Tevgera hilweşînê didome, tora piştevaniyê xurt bikin 2020-06-28 15:34:49   STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî li dijî binçavkirina siyasetmedarên Kurd, mohrkirina KCD'ê û îşkenceya di bin çavan de li Rojbin Çetîn kirin bertekên xwe anîn ziman û xwestin li diji van polîtîkayan tora piştevaniyê xurt bikin. Nûneran anîn ziman ku tevgera têkçûnê didome û xwestin xeta piştevaniyê ava bikin.    Polîsan di 26'ê Hezîranê de bi ser malên gelek siyasetmedarên Kurd de girtin û zêdeyî 44 kesan binçav kirin. Di heman rojê de bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girtin û deriyê avahiya KCD'ê mohr kirin. Dîsa bi ser mala endama TJA'yê û Endama Rêrêveberiyên Herêmî ya Demokratik Rojbin Çetin de girtin û hem li malê û hem jî di bin çavan de îşkenceya giran lê kirin. Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî binçavkirin, mohrkirina KCD'ê û îşkenceya li Rojbîn Çetîn hatiye kirin dan.    TEVGERA TÊKÇÛNÊ DIDOME   Hevserokê Partiya Avakirina Ji Nûve ya Sosyalist (SYKP) Cavît Ugur, anî ziman ku ev kiryarên pêş tikevin bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: “Gotina 'li deşt û beriyê siyasetê bikin' bi erdê re tê kaşkirin. Tenê xebatên KCD'ê ji bo pêşxistina ziman, çand, bawerî û nirxên gelê Kurd bû. Ev zext li dijî muxamefeta demokratîk e. Dixwazin rê li pêş têkoşîna li dijî xizanî, betalî, nelirêtiyê bigirin. Hemû mafê kolektif ên Kurd tune dihesibînin. Ev yek berdewama polîtîka û hewldanên têkçûnê ye. Di heman demê de berdewama zextên li dijî HDP'ê ye.  Divê her kes li dijî van pêkanînan dengê demokratîk bilind bikin. Ev êrîş di heman demê de li dijî odeyên pîşeyî û baroyan e. Rejîma yek zilamî nikare pirsgirêkan çareser bike. Niha Qeyrana rejîmê û pergalê heye. Çareseriya ji vê qeyranê bi pêşxistina mekanîzmayên demokratîk pêkan e. Divê her kes li dijî van pêkanînên dijdemokratîk dengê xwe rakin."    DIVÊ HER KES BIMEŞIN AMEDÊ    Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elif Torun Oneren, jî bertek nîşanî mohrkirina KCD'ê û binçavkirinan da û wiha got: "Hemû jinên ku tên îşkencekirin xwişkê me ne. Divê hemû jin li dijî van êrîşan têkevin nava tevgerê. Divê her kes bimeşin Amedê. Divê em hemû bi hevre tor û xetek hevpar a têkoşînê ava bikin.  Em ê di nava her têkoşînê de cihê xwe bigirin. Em natirsin û em ê bi hevre starên xwe biqîrin. Em ê bi hevre têkoşîna xwe mezin bikin. Em tu carî bêdeng namînin."    Oneren îşkenceya li endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbin Çetîn hatiye kirin jî şermezar kir û wiha lê zêde kir: "Ev îşkence bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em dibînin ku her diçe tundiyê zêde dikin. Zêdetir zextan li jinan dikin. Em van êrîşên li dijî jinan ji qeyûman de nas dikin."      Hevberdevkê Partiya Pêşeroja Çep û Keskan Sînan Tutal jî anî ziman ku Rejîma Yek Mirovî her ku di nava civakê de hêza xwe winda dike, di serî de li dijî HDP, HDK û KCD'ê êrîşan zêde dike û wiha got: "Ev nîşan dide ku çiqas ditirse. Nîşan dide ku çiqas hêz winda kiriye. Ev polîtikaya tolhildanê ye. Ev pêkanînên dijdemokratîk in. Dixwaze çavtirsandî bike. Divê hemû hêz û kesayetiyên muxalif li dijî van polîtîkayan bibin yek û bi hevre têkoşîna xwe bêtir mezin bikin."    ‘ Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan  jî daxuyaniyek nivîskî da û îşkenceya li Rojbîn Çetîn hatiye kirin û mohrkirina KCD'ê şermezar kir. Gurkan, anî ziman ku îqtîdara saziyên jinan digire û êrîşî vîna jinê dike, li Amedê bi hovîtî îşkenceye dike û wiha got: "Em li cem Sevil Rojbin Çetin in. Em bi TJA'ê re di nava piştevaniyê de ne. Divê polîsê îşkence kiriye bi lez bê îxrackirin û hesab bide."