Şanda Tevgera Azadî serdana cihê êrîşa Kunemasî kir 2020-06-28 12:18:32   SILÊMANÎ - Şandeya ku ji endamên Tevgera Azadî û hejmarek ji kesayetên bajarê Silêmaniyê pêk dihat, cihê bombebarana TSK'ê ya li Seyrangeha Kunemasî ziyaret kir şifa ji malbatên birîndaran re xwest.    Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê, şandeya ku ji Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah, endamên desteya rêveber a Tevgera Azadî û hejmarek ji kesayetên bajarê Silêmaniyê pêk dihat, cihê bombebarana TSK'ê ya li Seyrangeha Kunemasî ziyaret kirin. Şande ewil malbata ku 5 kes jê di êrîşê de birîndar bûbûn ziyaret kir. Xizmên birîndaran şande pêşwazî kir. Şandeyê hevxemiya xwe ya bi malbatê re anî ziman û li ser armanca êrîşên Tirkiyeyê ên li ser Başûr axaftin hatin kirin. Di dema serdanê de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah ji Rojnews’ê re axivî û got: “Ev malbata hêja jî vê rastiyê dizanin ku armanca dewleta Tirk ne gerîlayek yan jî şervanin, armanca wan hemû gelê Kurde. Xelkê van gundan jî hertim bi têkoşîn û şoreşên gelê Kurd ve girêdayî ne.”   Li ser navê malbata birîndaran jî Kawe Mihemed jî xêrhatina şandeyê kir û got: “Em hertim li dijî van êrîşan xwedî helwestin, ji berku ev êrîş li dijî welatiyên sivîle. Kurê min di wê demê de li gel jin û zarokên xwe di dikanê de bûn, di encama êrîşê de birîndar bûn.”   Şande piştre çû li cihê êrîşê lêkolîn kir.